Li Wanê Jinan, li hember polîtîkayên tund yên AKP’ê bendên polîsan şikandin û meşiyan.
ANF
WAN
duşem, 14 berfanbarê 2015, 17:34
Li Wanê Jinan, li hember polîtîkayên tund yên AKP’ê bendên polîsan şikandin û meşiyan.
Êrîşên hêzên dewletê yên li Kurdistanê li Wanê jî bi çalakî û meşan hate protestokirin. Bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) li ber Meclîsa Taxa Esenler a navçeya Rêya Armûşê, bi sedan jin kombûn û tevî êrîşên polîsan heya Parka Jin a Şengalê bi tilîlî û dirûşmeyan meşiyan. Piştî meşê Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan axaftineke kurt kir û diyar kir ku ewê li hemberî êrîşan berxwedanê mezin bikin.
ÇALAKÎ BI DIRÛŞMEYA "BIJÎ BERXWEDANA SÛRÊ" BI DAWÎ BÛ.
Li navçeya Artemêtan a Wanê jî li hemberî konsepta şer a topyekun daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Daxuyanî bi pêşengiya Meclîsa Demokratîk a Gel a Artemêtanê li ber avahiya HDP'ê ya navçeyê hate kirin û gelek welatî tevlî bûn.
Rêvebirê Meclîsa Gel Behçet Aslan bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got li hemberî terora dewletê divê Kurdistan rabe ser piyan. Aslan diyar kir ku divê berxwedan were xurtkirin û got "An na wê ev êrîş girantir bibe."