Însîyatifa Gel a Amedê: Roj roja berxwedanê ye

Însîyatifa Gel a Amedê wiha got: “Berxwedana bi heybet a îro hat raberkirin divê bê navber bi belavkirina li sibehê jî bê domandin. Heta dorpêça li Sûrê didome, qedexeya kolanan radibe, divê serhildan em serhildanê bidomînin.

Însîyatifa Gel a Amedê wiha got: “Berxwedana bi heybet a îro hat raberkirin divê bê navber bi belavkirina li sibehê jî bê domandin. Heta dorpêça li Sûrê didome, qedexeya kolanan radibe, divê serhildan em serhildanê bidomînin. Roj roja berxwedanê ye.”

Însîyatifa Gel a Amedê daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku îro gelê Amedê serhildanek li gor dîroka xwe pêk aniye û gelê li navçeya Sûrê li ber xwe dide bi tenê nehiştiye. Însîyatifa Gel a Amedê destnîşan kir ku gelê Amedê di pêvajoyek wiha dîrokî de bi lîstina rola xwe ve, nîşanî dost û dijminan daye ku Amed kelha berxwedanê ye, wiha got: “Em berxwedana gelê Amedê silav dikin.

Îro çeteyên dijminê faşîst êrîşê xwe li hember gelê me didomîne. Li ser ciwanên ku qedexeya kolanan protesto dikir guleyên rast reşandin, 2 hevalên me yên ciwan şehîd xistin. Pêwîst e em li cenazeyên şehîdên xwe yên serhildanê xwedî derkevin, gelê me bi girseyî tevlî merasîmên cenazeyan bibe. Bi serhildanê ve oxirkirina şehîdên serhildanê deynê stûyê me ye.

Berxwedana bi heybet a îro hat raberkirin divê bê navber bi belavkirina li sibehê jî bê domandin. Heta dorpêça li Sûrê didome, qedexeya kolanan radibe, divê serhildan em serhildanê bidomînin. Roj roja berxwedanê ye. Roj roja li ser barîqatan bi berxwedana mil bi mil ve serketinê ye. Sibehê jî divê li Amedê jiyan bê sekinandin, li her derê agirê berxwedanê bê pêxistin, deng bê bilindkirin û di pêşengiya ciwan û jinan de gelê me li qada be. Divê xwendekar neçin dibistanan, karker neçin kar, her kes li qadan, kolanan bin. Sibehê roja li dijmin tengkirina kolanên Amedê ye. Tenê bi vî şiklî em dikarin konsepta şer a li Kurdistanê tê meşandin vala derxin.”