Li Cizîrê polîsan zarokek birîndar kir

Li navçeya Cizîr a Şirnexê Mevlîde Îgdî ya ku ji Cadeya Yafes derbasî taxa Konak dibû bi guleya li serê wê ket giran birîndar bû. Gel Îgdî rakir nexweşxaneyê. Di beşa lezgîn a nexweşxaneyê de tê ragirtin.

Li navçeya Cizîr a Şirnexê ev cara 5.  e ku ji aliyê Walîtiyê ve qedexeya kolanan tê îlankirin. Mevlîde Îgdî (15) ya ku gule li serê wê ket giran birîndar bû. Îgdî ya ku dixwest ji Cadeya Yafes a Taxa Nûrê derbasî Taxa Konak bibe, gule li serê wê ket. Gel ew rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Ji vir Îgdî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hat kirin.

Îgdî di beşa lezgîn de tê ragirtin, xeteriya jiyanî didome.