Ji bo merasîma cenazeyên Cengîz û Salman banga xwedîderketinê
Cenazeyên Cengîz û Salman ên ku di êrîşên polîsan ên li hember navçeya Sûr a Amedê hatin qetilkirin, wê sibê li Amedê bên defnkirin.
Cenazeyên Cengîz û Salman ên ku di êrîşên polîsan ên li hember navçeya Sûr a Amedê hatin qetilkirin, wê sibê li Amedê bên defnkirin.
Cenazeyên Cengîz û Salman ên ku di êrîşên polîsan ên li hember navçeya Sûr a Amedê hatin qetilkirin, wê sibê li Amedê bên defnkirin. Têkîldarî merasîma cenaze Hevseroka MEYA-DER’ê Ayşe Dîcle agahî da, banga tevlîbûnê li tevahî Amediyan kir.
Şerdil Cengîz (21) û Şiyar Salman (18) ên di êrîşên tîmên taybet ên dema protestoyên li nêzî Parka Koşûyolû ya Taxa Kaynartepe ya girêdayî navçeya Baglar hatin qetilkirin, wê sibê li Goristana Yenîkoyê bi merasîmekê ber bi rêwîtiya dawî bên oxirkirin. Cenazeyên Cengîz û Salman, piştî karûbarên otopsî yên li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolîn a Gazî Yaşargîl wê ji aliyê malbatên wan bên wergirtin. Ji vir wê li Goristana Yenîkoyê bi merasîmekê bên oxirkirin.
Têkîldarî merasîma cenaze Hevseroka MEYA-DER’ê Ayşe Dîcle agahî da, tevahî gel dawetî nexweşxaneyê kir. Banga xwedîderketina bi girseyî kir.