Dêrsimî sibehê li Sûka Binerd kom dibin
Ji bo Şerdil Cengîz ê ku xwendekarê Zanîngeha Mûnzûrê bû, hate qetilkirin, hevalên wî meş lidarxistin. Di meşê de ji bo çalakiya sibehê banga tevlîbûnê hat kirin.

Polîsên êrîşî çalakiya ji bo Sûrê ya di bin dorpêçê de ye kirin, li Taxa Kaynartepe ya Baglarê Şerdil Cengîz (21), Şiyar Salman (18) qetil kirin. Ev qetlîam li Dêrsimê jî hat protestokirin.
Ji bo Cengîz ê ku xwendekarê Zanîngeha Mûnzûrê ye, xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê zanîngeh boykot kirin, meş li dar xistin.
Xwendekarên li Sûka Binerd hatin cem hev, dirûşmên, “Em hemû Şerdil in, bi kuştinê naqedin”, “PKK’ê gel e, gel li vir e” û “Dêrsimê raperîn e, ji Sûrê re silav e” ketin meşê.
Xwendekarên li Qada Seyîd Riza hatin cem hev, di şexsê hevalê wan ê hatiye ketilkirin, ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane, rêz girtin.
BANGA ÇALAKIYÊ
Xwendekaran da xuyakirin ku wê zanîngehê boykot bikin, sibê wê li Sûka Binerd saet 12.00’an çalakiyê li dar bixin. Banga tevlîbûnê li her kesî kirin.