Însiyatîfa Gelê Demokratîk a Tirkiyeyê banga berxwedana topyekun kir

Însiyatîfa Gelê Demokratîk a Tirkiyeyê banga ji îro û şûn de bê navber bi ruhê berxwedanê yê Apoyî ketina tevgerê li Kurdistan û bi awayekî hemwext li tevahî gelê Kurd ê welatparêz ê ku li Tirkiyeyê dijîn kir.

Însiyatîfa Gelê Demokratîk a Tirkiyeyê banga ji îro û şûn de bê navber bi ruhê berxwedanê yê Apoyî ketina tevgerê li Kurdistan û bi awayekî hemwext li tevahî gelê Kurd ê welatparêz ê ku li Tirkiyeyê dijîn kir.

Însiyatîfa Gelê Demokratîk a Tirkiyeyê daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê Sêyemîn her diçe mezintir dibe. Însiyatîfa Gelê Demokratîk a Tirkiyeyê bal kişand ku navenda şer dibe Kurdistan, wiha got: “Em lûtkeya berxwedana gelê Kurd a li hember mêtingeriya TC’yê dijîn. Gelê Kurd li hember TC ya mêtinger û li dijî her amûrên wê yên îmha û înkarê, polîtîka û saziyên wê, jiyana xwe ya demokratîk bi xwerêveberiya ava dike. Gelê Kurd ê ku li hember her cure asîmîlasyon û qirkirinê li ber xwe dide, îrade û berxwedana îro daniye holê di têkoşîna azadî û demokrasiya her kesî de gihiştiye asteke dîrokî.”

Însiyatîfa Gelê Demokratîk a Tirkiyeyê destnîşan kir ku li dijî îradeya xwerêveberiyê ya herî mafdar û rewa ya gelê Kurd, êrîşên AKP’e û gladyoya Qesrê yên ev 4 mehên dawî, bi caran e vala derketine, nikarin bikevin pêşiya îradeya xwerêveberiyê, wiha berdewam kir:

“AKP’e, Qesr, hêzên dewletê niha jî hewl didin vebijêrka herî dawî bixin meriyetê, di serî de Sûr, Cizîr, Sîlopiya li her derê Kurdistanê li hember amadekarî û hewldanên qetlîama topyekun, berxwedana topyekun ji her tiştî girîngtir bûye. Li hember ev dûvikên Mogolên talanker û DAIŞ’ên tecawizker mezinkirina têkoşînê, wezîfeya destpêkê û bê nîqaş a her kesê ku dixwazin bibe xwediyê jiyanek bi rûmet e.”

Di vê çarçoveyê de ji îro û şûn de bê navber divê bi Kurdistanê re hemwext divê tevahî gelê Kurd ê welatparêz ê li Tirkiyeyê dijîn bi ruhê berxwedanê yê Apoyî bikevin tevgerê, dest bi çalakiyan bikin. Di serî de li Marmarayê, Stenbol û Bûrsa, li Ege Îzmîr, Aydin û Mûgla, li Behra Spî Edene û Mêrsîn, divê li her derê ku gelê Kurd lê dijîn divê çalakî bi xeta berxwedan, serketinê û îradeya Kurdistanê derbasî Tirkiye û metropolên wê bibin, divê her der bibe Amed, Kerboran, Sûr, Cizîr û Silopiya. Pêwîst e her der li ber xwe bide, bi berxwedanê her der bibe qada serhildanê. Roj êdî ne roja ku dem windakirin, sekinandin û berxwedanê tenê bi Kurdistanê re sînordarkirinê ye. Roj roja mezinkirina agirê şoreşê yê ku li Kurdistanê pêketî ye û roja avêtina faşîzmê ye. Em bang li her pêkhateyên ku ruhê şoreşger, demokratîk û sosyalîst li cem heye, tevahî şoreşgerên Tirkiyeyî dikin ku ji bo pêşerojek azad, demokratîk a welat, xwedî li vê îradeya gelê Kurd derkevin, li gel wê têbikoşin, dakevin qadan, li dijî faşîzma AKP’ê, Qesrê di xeta berxwedanê ya hevpar werin cem hev.”