Li Kayapinarê polîsan 5 zarok binçav kirin

Polîsên li Kayapinarê 5 zarok binçav kirin, li ser kesekî ku xwest dîmenên binçavkirina bigire jî gule reşandin.

Polîsên li Kayapinarê 5 zarok binçav kirin, li ser kesekî ku xwest dîmenên binçavkirina bigire jî gule reşandin.

Li Taxa Hûzûrevlerî ya navçeya Kayapinar a Amedê di saetên sibehê de, polîsan 5 zarokên 16-18 salî yên li kolanê binçav kirin. Polîsên dema binçavkirinê nehiştin kes nêzî wan bibin, li derdora xwe gule reşandin. Polîsên dema welatiyekî ku li şaneşîna mala xwe dixwest dîmenên binçavkirinê bigire ferq kirin, welatî dan ber guleyan. Ti kesan ti birîn nestandin.