Li Amedê polîsên Tirk Jinek birîndar kir

Li Amedê çalakiyên şermezarkirina qedexeya derketina derve ya navçeya Sûrê hatin lidarxistin de jina bi navê Ayşe Aytekîn hate birîndarkirin.

Li Amedê êrîşên polîsan li dijî berxudana gel a ji bo navçeya Sûrê berdewam dike. Di encama êrîşên gulebarana polîsên Tirk de jina bi navê Ayşe Aytekîn ji lingê xwe hat birîndarkirin. Aytekîn a ku rakirin Nexweşxaneya Sultanê piştî mudaxaleya yekemîn şandin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê. 

Aytekîn,Engîn Kayar û Şaban Parlamiş ên li Rezan hatin birîndarkirin li nexweşxaneyê girtin emeliyatê.