Deriyê sînor ê Xabûrê hat girtin, artêşa Tirk hêz teqwiyeyî Bamernê kir

Leşkerên Tirk ê ku duh ji deriyê sînor ê Xabûrê derbasî Başûrê Kurdistanê bû, sewqî bargehên Bamernê hatin kirin.

Leşkerên Tirk ê ku duh ji deriyê sînor ê Xabûrê derbasî Başûrê Kurdistanê bû, sewqî bargehên Bamernê hatin kirin.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî, yekîneyên girêdayî TSK’ê yê ku duh êvarî bi saeta herêmî 23.00’an ji deriyê sînorê yê Xabûrê derbasî Başûrê Kurdistanê bûn, îro gihiştin bargehên leşkerî yên li Bamernê ya girêdayî Dihokê.

Beşek ji yekîneyên leşkerî yên ji deriyê sînor ê Xabûrê duh êvarî bi 50 wesayîtên zirxî derbas bûn, hate diyarkirin ku derbasî herêma Başîka, 10 wesayît jî derbasî Bamernê bûne.

Nehate zelalkirin ku bê konvaya derbasî herêma Başîka bûye, li wir maye an jî nemaye.

DERIYÊ SÎNOR Ê XABÛRÊ HAT GIRTIN

Îro bi saetên herêmî saet 14.00’an deriyê sînor ê Xabûrê ji aliyê leşkerên Tirk ji ketin û derketinan re hate girtin. Rayedaran têkîldarî sedema girtina deriyê sînor ti agahî nedan.

Duh êvarî konvoyek leşkerî ji deriyê Xabûrê derbasî Başûrê Kurdistanê bibû. Serokwezîrê Tirk daxuyandibû ku hin leşkerên li herêma Başîka derbasî ‘Bakûrê Iraqê’ bûne.