Ji Kurdên li Elmanyayê rêze çalakî
NAV-DEM: Em bang li Kurdistanî û dostên xwe yên li Elmanyayê dijîn dikin, ku beşdarî çalakiyên protestokirina polîtîkayên gemarî yên hikûmeta AKP'ê ya faşîst û xwedîderketina li xwerêveberiyan bibin.
NAV-DEM: Em bang li Kurdistanî û dostên xwe yên li Elmanyayê dijîn dikin, ku beşdarî çalakiyên protestokirina polîtîkayên gemarî yên hikûmeta AKP'ê ya faşîst û xwedîderketina li xwerêveberiyan bibin.
NAV-DEM'ê banga xwedîderketina li xwerêveberiyên li Kurdistanê hatine ragihandin kir û got, "Em bang li Kurdistanî û dostên xwe yên li Elmanyayê dijîn dikin, ku beşdarî çalakiyên protestokirina polîtîkayên gemarî yên hikûmeta AKP'ê ya faşîst û xwedîderketina li xwerêveberiyan bibin."
NAV-DEM'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ku dewleta Tirk ji bo bi komkujî û şer re serî li gelê Kurd bitewîne, her şêwe rê û rêbazên qirêj ên barbarî û hovane li Kurdistanê li dijî gelê Kurd bi kar tîne.
NAV-DEM'ê da xuyakirin ku têkoşîna çil salan a gelê Kurd bi dayîna berdêlê mezin re nirxên gelekî mezin afirandiye û got, "Divê ji aliyê her kesî ve baş were zanîn, ku ji bilî xwerêveberî û jiyaneke azad, gelê Kurd wê tiştekî din qebûl neke.
Dewleta Tirk bi mehan e dor li bajarên Kurdistanê girtiye, ji hewayê bombe dike, bi polîs û leşkerên xwe re êrîş dike û gelê me qetil dike. Tevî polîtîkayên qetlîamê yên dewletê, nirxên dîrokî yên bajarên me jî tên hilweşandin.
Bi rêbazên DAIŞ'ê re dewlet li Sûr, Cizîr, Farqîn, Nisêbîn û tevahiya Kurdistanê li dijî gelê me şer dimeşîne. Gelê me bi berxwedana xwe re, polîtîkayên melisandin, koçberkirin û serîtewandinê yên dewletê, pûç dike.
Divê dewleta AKP'ê zanibe ku bi zext, şer û polîtîkayên komkujiyê re nikare pirsgirêka Kurd çareser bike. Kurdên ku îro li Rojhilata Navîn hêzeke diyarker e, dixwazin bi awayekî azad bi nasnameya xwe re bijî.
Em bêdengiya hêz û saziyên navneteweyî yên li hemberî şerê qirêj ê dewleta AKP'ê li Kurdistanê dimeşîne, şermezar dikin."
NAV-DEM'ê bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kir, ku eger tê xwestin pirsgirêka Kurd bê çareserkirin, divê tecrîda şidandî ya li ser Ocalan tê meşandin bê rakirin û hurmet ji xwerêveberiyên gelê Kurd re were nîşandan.
Weke NAV-DEM em bang li Kurdistanî û dostên xwe yên li Elmanyayê dijîn dikin, ku beşdarî çalakiyên protestokirina polîtîkayên gemarî yên hikûmeta AKP'ê ya faşîst û xwedîderketina li xwerêveberiyan bibin."
Li gorî daxuyaniyê, bernameya rêze çalakiyên li Elmanyayê bi vî rengî ye:
16'Ê KANÛNÊ-ÇARŞEM
Berlîn
Brandenburgtor
Saet: 15.00
Mannheîm
Pêşiya HBF
Saet: 17.00
Frankfûrt
Pêşiya Konsolosxaneya TC
Saet: 15.00
Saarbrucken
Her roj, navbera saet 12:00-18:00, çalakiya agahdarkirinê
Saet di 18:00 de mîtîng
Cih: Europa Galerîe
Freîbûrg
Agustinerplatz
Saet: 18.00
17'Ê KANÛNÊ-PÊNCŞEM
Oldenbûrg
Pêşiya HBF
Saet: 16.00
19'Ê KANÛNÊ
Hannover
Cih: Navend
Saet: 13.00
Kassel
Pêşiya postaxaneyê
Saet: 15.00
Braûnschweîg
Schloseplatz
Saet: 14.00
Bremen
Silwall (Goetheplatz)
Saet: 14.00
Bîelefeld
Pêşiya HBF
Saet: 14.00
Dusseldorf
(Ji bajarên Bonn, Koln, Leverkûsen, Duren, Aachen, Dusseldorf, Dûîsbûrg, Essen û Dortmûndê wê beşdarî çêbibe)
Cih: Pêşiya HBF
Saet: 15.00