Tîmên taybet avêtin ser Zanîngeha Colemêrgê: 13 xwendekar hatin binçavkirin

Tîmên tevgera taybet ên dewleta Tirk avêtin ser Zanîngeha Colemêrgê û Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Geverê. Di serdegirtinan de 13 xwendekar hatin binçavkirin.

Tîmên tevgera taybet ên dewleta Tirk avêtin ser Zanîngeha Colemêrgê û Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Geverê. Di serdegirtinan de 13 xwendekar hatin binçavkirin.

Li Kurdistanê êrîşên tinekirinê yên li hemberî gel, dewam dikin. Xwendekarên Zanîngeha Colemêrgê û Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Geverê, ji ber hewldanên komkujiyê dibistan boykot kirin û li zanîngehê jî pankarta "Li Kurdistanê komkujî heye, li dibistanan boykot" daliqandin. Li ser vê çalakiyê, tîmên taybet bi ser zanîngeh û dibistana bilind de girtin. Di serdegirtinê de 13 xwendekarên endamên Komeleya Xwendekarên Colemêrgê (CODER) yên li baxçeyê dibistanê bûn, hatin binçavkirin.

Her wiha danê sibehê li Taxa Baglarê di serdegirtina malê de welatiyên bi navê Sabrî Guçdag û Behçet Guçdag hatin binçavkirin. 

Kesên hatine binçavkirin li Şaxa TEM'ê ya Emniyetê tên ragirtin.