Ewropa ji bo Ocalan û Bakurê Kurdistanê li ser piyan e

Li navendên cuda yên Ewropayê terora AKP’ê ya li ser Bakurê Kurdistanê hat protestokirin, berxwedana xwerêveberiyan hat silavkirin.

Li navendên cuda yên Ewropayê terora AKP’ê ya li ser Bakurê Kurdistanê hat protestokirin, berxwedana xwerêveberiyan hat silavkirin. Di çalakiyan de li hember tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qedexeya PKK’ê jî bertekên tund hatin ziman. Hate xwestin ku dewletên Ewropa li ser AKP’ê zextê ava bikin.

STÛTTGART

Li bajarê Stûtgart ê Elmanya, li Lautenscshlagerstrasse mîtîng hat lidarxistin, polîtîkayên qetlîamê yên AKP’ê hatin protestokirin.

Nêzî 600 kesî tevlî meşê bûn. Meşê ji Schloss Platz destpê kir, ji rêya B14 heta Wîlhelm Platz bi axaftinên Elmanî û dirûşmeyan berdewam kir. Di axaftinan de Serokwezîra Elman Merkel hat rexnekirin, bi piştgirîdayina rejîma Erdogan/AKP’ê hat sûcdarkirin. Hate xwestin ku Elmanya dest ji vê polîtîkaya xwe berde û ji ber qetlîama li ser gelê Kurd dide meşandin, zextê li ser Tirkiyeyê bide avakirin.
Di axaftinên çalakiyê de hate destnîşankirin ku pêwîst e PKK ne di ‘lîsteya terorê’ de be.

Di axaftinên li qada mîtîngê ya Wîlhelm Platzê jî wiha hate gotin: “Heta gelê Kurd û welatê wan azad bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Bila leşkerên Tirk ên li ser axa me bicehemin. Em ê çalakiyan xwe yên wiha bidomînin û konê piştgiriya bi Kurdistanê re deynin.” 

FRANKFÛRT

Li bajarê Elmanya Frankfûrtê, aktîvîteyên têkîldarî kampanyaya Tevgera Jinên Ewropa ya ji bo azadiya Ocalan dabû destpêkirin didomin. Di çarçoveya kampanyayê de Meclîsa Jinan a Amara û Meclîsa Jinan a Roza a Darmistad, ji dezgehên civaka sivîl ên li bajar re dosya pêşkêş kirin.

Heyeteke ji aliyê jinan hat hilbijartin, ji buroya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya li Frankfûrtê re dosyayek ji aliyê CENÎ hatiye amadekirin pêşkêş kir. Dosya balê dikşîne ser tecrîda li ser Ocalan û qetlîamên li Bakurê Kurdistanê yên AKP’ê, hate xwestin ku bila bêdengbûyîn nedome. Nûnerên Rêxistinê jî ragihandin ku wê dosyayê radestî saziyek jor a li Berlînê bikin. 

Her wiha Meclîsa Jinan a Roza ya Darmistad jî ji CDÛ, SPD û dêran ên li Darmistadê re dosya pêşkêş kirin.

Li cem vê jî wê îro ji aliyê Yekîtiya Hêzên Demokratîk ên Frankfûrtê li pêşiya Konsolosxaneya Tirk a li Frankfûrtê di saet 15.00’an de mîtîng bê lidarxistin.

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê bi tevlîbûna Cîgirê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mûharrem Erbey, panelek hat lidarxistin. Di panela ku li Zanîngeha Hambûrgê bi organîzasyona NAVDEM, YXK û Ciwanên Azad hat lidarxistin de mijarên îlanên xwerêveberiyê li Kurdistanê û “qedexeyên kolanan” hatin gotûbêjkirin.

Erbey di panelê de wiha axivî: “Heta ez hatim vir jî, ez di rê de her tim bi Kurdistanê re têkîldar bûn. Li welat êrîşên li hember gel didomin. Ji van êrîşanan 1,3 mîlyon mirov bandor bûn, 96 mirov hatin kuştin. Em dostên xwe an li girtîgehan an li dadgehan an jî li merasîmên cenazeyan dibînin.”

“Gelek împaratortiyên herî mezin ên cîhanê ji Kurdistanê derbas bûn. Tevî vê jî Kurdan îradeya xwe nedan kesî, xweser jiyan. Îro jî DBP’e ji bo xwerêveberiyê bi israr e.”

Erbey wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro xendekan dikin hincet. Xendek li 5 navçeyan hene. Li 17 navçeyan jî ‘qedexeya kolanan’ îlan kirine. Difikirin ku wê karibin bi van derew û zextan ve Tevgera Azadiya Kurd bitepisînin. Heta îro Kurdan çawa li ber xwe dabin, wê ji îro û şûn de jî li ber xwe bidin.” 

WÊ ÎRO Û ŞEMIYÊ ÇALAKÎ BÊ LIDARXISTIN

Her wiha di panelê de çalakiyên protestoyê yên wê li Hambûrgê bên lidarxistin jî hatin nîqaşkirin. Di nîqaşan de hate destnîşankirin ku berxwedana topyekun pêwîst e. Her wiha wê îro saet 16.00’an li pêşiya kanala televîzyonê NDR’ê û roja Şemiyê jî saet 15.00’an li pêşiya Saturn a li Monckebergstrasse çalakî bên lidarxistin.

DARMSTADT

Li bajarê Darmstadt ê Elmanya jî duh êvarî Meclîsa Gel û Meclîsa Jinan a Roza çalakî li dar xistin. Di çalakiya di navenda bajar de berxwedanên Sûr, Silopiya, Cizîr û tevahî Kurdistanê hatin silavkirin. Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk hatin protestokirin.

INSSBRÛCK

Li bajarê Innsbrûck, Kurd û dostên wan duh Haupbahnhof dagir kiribûn, îro jî bi awayekî girseyî ji parlamentoya herêmî re dosya pêşkêş kirin.

Di dosyayê de êrîşên di vê meha dawiyê yên AKP’ê ku hin ji wan bi qetlîaman bi encam bû, hat pêşkêşkirin.

...