Dewlet bi tank û topan êrîşî taxên Silopiyayê dike
Êrîşên hêzên dewletê yên li hemberî navçeya Şirnex Silopiyayê dewam dikin. Leşker û polîsan, nexweşxaneya dewletê ya li navçeyê ji xwe re kirine biryargeh.

Li Silopiyayê tevahiya şevê hêzên dewletê bi tankan êrîşî taxan kirin. Bi hezaran leşker û polîs, tevî tank û maşînên kîrpî hewl didin bikevin nava taxan. Lê belê hêzên dewletê yên ji wan nayê berxwedanê bişikînin, taxan bombe dikin.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu yê li navçeyê ye, da xuyakirin ku gelek tank li navenda Silopiyaye hatine bicihkirin û tax tên topbarandin.
Encu da zanîn ku polîs û leşkeran, nexweşxaneya dewletê ji xwe re kirine biryargeh.