Însiyatîfa Gel a Botanê: Divê sibe li Botanê berxwedan bê xurtkirin

Însiyatîfa Gel a Botanê bi daxuyaniyeke nivîskî bang kir, ku li dijî êrîşên hikûmeta AKP'ê yên li hemberî xwerêveberiyan, berxwedan were xurtkirin.

Însiyatîfa Gel a Botanê bi daxuyaniyeke nivîskî bang kir, ku li dijî êrîşên hikûmeta AKP'ê yên li hemberî xwerêveberiyan, berxwedan were xurtkirin.

Di daxuyaniyê de bang li gelê Botanê hat kirin ku sibe li her cihê lê ne dakevin qadan, berxwedanê mezin bikin û hat gotin, "Gelê Kurd, ku ji bo guhertina dîroka ne bi xêr dest bi têkoşînê kiriye, bi rêbaza têkoşînê ya Rêbertî re ber bi serketinê ve diçe."

Însiyatîfê got, "Di demeke ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin de gelê Kurd ji her demê bêhtir nêzî serketinê ye. Çeteya AKP û Erdogan a ku nikare xwe li berxwedana destanî, destketî û paradîgmaya Kurdan a bûye hêvî ji gelan re rabigire, bi rêbazên faşîzan û qirkirinê re dixwaze gelê me û tevgera me bi awayekî topyekûn tine bike. Gelê me yê ku li hemberî van komkujiyan li ber xwe dide û bi dayîna berdêlên giran nirxên mezin afirandiye, bi meclîsên xwerêveberiyê re li ber serketinê ye."

'SIBE LI GUND Û BAJARAN DIVÊ LI TEVAHIYA BOTANÊ BERXWEDAN BÊ MEZINKIRIN'

Di dawiya daxuyaniyê de banga xurtkirina berxwedanê li tevahiya Botanê hat kirin û hat gotin, "Di serî de Cizîr, Nisêbîn, Silopiya, Sûr li hemû herêmên me yên xwerêveberiyê, li dijî faşîzma AKP û Erdogan berxwedan û serhildaneke mezin heye. Ji bo xwedî li vê berxwedana destanî ya xwerêveberiyan bê derketin û ala têkoşînê bê biserxistin, em bang li gelê xwe yê Botanê dikin ku li hemû bajar, navçe, bajarok û gundan bi ruhê seferberî û serhildanê sibe dakevin qadan. Divê sibe li gelemperiya Botanê wesayît neyên xebitandin, derabeyên dikananneyên vekirin û saziyên qirkirinê bên şermezarkirin. Roj roja Îsyana Kurdan e. Roj roja xwedîderketina li şeref, rûmet û heysiyeta Kurdan e."