Silopiya ji 7 heta 70 salî berxwedan e: Hêzên dewletê hatin qewirandin
Gelê li Silopiyayê li ber xwe dide, hêzên dewleta Tirk qewirand. Li navçeyê ji 7 heta 70 salî her kes li ber xwe dide û li hemberî çekdarên dewletê bi ser dikeve.
Gelê li Silopiyayê li ber xwe dide, hêzên dewleta Tirk qewirand. Li navçeyê ji 7 heta 70 salî her kes li ber xwe dide û li hemberî çekdarên dewletê bi ser dikeve.
Li navçeya Şirnex Silopiyayê, êrîşên hêzên dewletê yên bi tank û çekên giran ên li hemberî gel dewam dikin. Tank û maşînên zirxî yên li girekî bilind ê li dora Dibistana Seretayî ya Sevgî ya Taxa Başakê hewl dan bikevin nava taxê. Li ser vê yekê gel herikî kolanan û pêşî li maşînên zirxî girt. Ji maşînên zirxî yên li ser gir jî gule li gel hat reşandin. Silopiyayiyên li ber Dibistana Seretayî ya 23 Nîsanê, rastî gulereşandina leşker û polîsan hatin. Tevî êrîşên giran jî gel cihê xwe neterikand. Guleyek topê ya leşkeran li dîwarê dibistanê ket.
DERIYÊ MALÊN LI CIHÊN XENDEK LÊ NÎNIN, DIŞIKÎNIN
Gel bi bendan xwe li hemberî tankan disekine. Li Taxa Cûmhûriyetê, di encama berxwedana gel de êrîşa polîs û leşkeran hat şikandin û hêzên dewletê hatin qewirandin.
Li Taxa Yeşîltepeyê êrîşên giran hene. Hêzên dewletê, deriyên malên li cihên xendek lê nînin dişikînin û hewl didin bikevin nava malan. Leşker û polîsên li ser rêya Îpekê bi cih bûne, ji maşînên zirxî guleyan li taxê direşînin.