Rojava bersiv da medya AKP'ê

Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê Abdulkerîm Sarûxan ji ANF'ê re axivî û got, "Dewleta Tirk bi bikaranîna DAIŞ'ê re bi ser neket, niha dixwaze bi artêşa xwe re destwerdanê bike."

Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê Abdulkerîm Sarûxan, nûçeyên ku îdîa dikin 'YPG/YPJ derbasî Bakurê Kurdistanê bûne' derewand.

Sarûxan ji ANF'ê re axivî û çapemeniya Tirk derewand. Serokê Desteya Parastinê diyar kir ku îdîaya dibêje 'YPG/YPJ'yî derbasî Bakurê Kurdistanê bûne' dereweke mezin e û got, "Ev milîtan li kantonên Rojava wezîfeyê dikin û şer dikin. Karekî van milîtanan li Bakurê Kurdistanê nîne. Ji xwe Bakurê Kurdistanê bi tena serê xwe li ber xwe dide. Xwedî wê hêzê ye ku bi tena serê xwe li ber xwe bide. Ti pêwîstî bi teqwiyeyê, bi hêzeke zêdetir nîne."

'ROJÊN TARÎ LI BER TIRKIYEYÊ NE'

Sarûxan da zanîn, ku ji bo destwerdana li Kobanê û Cerablûsê, Tirkiye li pey 'provokasyonan' e. Sarûxan got, "Ji ber vê hincetê, rojên tarî li ber Tirkiyeyê ne. Lewma van propagandayên tarî û reşkirinê dike. Hemû plan û siyaseta Erdogan û AKP'ê li Sûriye û Rojava têk çûn."

'AKP KET ŞÛNA DAIŞ'Ê

Sarûxan ev xal destnîşan kir: "Herçend Tirkiyeyê destek da DAIŞ'ê jî, hemû projeyên wê têk çûn. Niha amadekariya projeyeke din a gemarî dike. Bi planeke çawa derbasî Başûrê Kurdistanê bûbe, niha dixwaze bi heman nûçeyên derewîn re derbasî Rojava bibe. Bi bahaneya terorê li Duhokê bi cih bûn. Bi vî rengî ketin şûna DAIŞ'ê. Ji ber ku DAIŞ'ê li her cihî winda kir. Dewleta Tirk planên xwe nikarîbû bi DAIŞ'ê re bi ser bixîne. Lewma niha dixwaze bi artêşa xwe re destwerdanê bike. Bi kurtasî ket şûna DAIŞ'ê."