Li Amedê bi qasî 100 kes hatin binçavkirin
Hat ragihandin, ku di çalakiyên li Amedê de bi qasî 100 kes hatine binçavkirin.
Hat ragihandin, ku di çalakiyên li Amedê de bi qasî 100 kes hatine binçavkirin.
Hat ragihandin, ku di çalakiyên li Amedê de bi qasî 100 kes hatine binçavkirin.
Li dijî êrîşên li hemberî navçeya Amed Sûrê, gelê Amedê pêr daket kolanan û tevahiya rojê polîtîkayên komkujiyê yên AKP'ê protesto kir. Çalakî li gelemperiya bajêr belav bûn. Hat ragihandin ku di encama êrîşa polîsan a li hemberî çalakiyan de bi qasî 100 kes hatine binçavkirin.
NAVÊN HATINE HÎNBÛN
Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê Serhat Karaşîn diyar kir ku wan heta niha navê 19 ji binçaviyan zelal kirine.
Li gorî vê yekê navên binçaviyan ên hatine zelalkirin ev in: "Ferîdûn Polat, Selahattîn Dûrsûn, Cengîz Saribûlak, Gulhan Kîşîn, Nasir Artiç, Necla Taş, Îkram Taştekîn, Mûstafa Yildiz, Vedat Degîş, Ferhat Ûyanik, Mûnzûr Bûgdaci, Firat Fîdan, Erkan Baytûr, Alî Yeşîldal, Aram Îkram Taştekîn, Mûstafa Yilmaz, Osman Akay, Mehmet Tanrikûlû û Ozan ê paşnavê wî nehat zanîn."