Li Ewropayê çalakiyên ciwanên Kurd

Ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komkujiyên li Bakurê Kurdistanê çalakî lidar xistin. Ciwanan di çalakiyan de berxwedanên xwerêveberiyê silav kirin.

Çalakiyên ciwanên Kurd ên li Ewropayê yên li dijî polîtîkayên komkujiyê yên AKP'ê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin.

STÛTTGART: Li bajarê Elmanya Stûttagrtê, Tîma Tolhildanê ya Baran Dêrsim a Însiyatîfa Ciwanên Apoyî, li hemberî Komleeya Yekîtiya Îslamê ya Tirk a Karên Diyanê çalakiya bi molotofan pêk anî. Di encama çalakiyê de xisareke mezin li avahiya komeleyê rû da. Gelek ekîbên arkujî û polîsan hatin cihê bûyerê. Însiyatîfê ragihand ku ev çalakî li dijî tecrîdê û êrîşên li hemberî gelê Kurd hatine kirin. Hat destnîşankirin, ku çalakiyên bi vî rengî wê roj bi roj bi sekna milîtanî bên xurtkirin.

KASSEL: Li bajarê Elmanya Kasselê, YXK û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, midûriyeta giştî ya partiya Elman CDU dagir kirin. Di çalakiyê de ji vê partiya li Elmanyayê desthilatdar e hat xwestin, ku li hemberî êrîŞên AKP'ê bêdeng nemîne. Her wiha hat xwestin, ku ambargoya li ser Rojavayê Kurdistanê were rakirin, qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê bê rakirin û siyasetmedarên Kurd ên hatine girtin, werin berdan.

KOLN: Bi armanca şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, li balafirgeha Koln-Bonn a Elmanyayê, bi pêşengiya Meclîsa Jinê û Ciwanên Azad Bonn çalakiya dagirkirinê hat lidarxistin. Çalakgeran berxwedana li Kurdistanê silav kirin û banga hişyarî û berpirsyariyê li dewletên Ewropa kirin. Di çalakiyê de belavokên li ser bûyer û qewimînên li Kurdistanê hatin belavkirin.

BASEL: Li bajarê Swîsre Baselê, ciwanên Kurd danê êvarê li Heûgwaage'yê civiyan û bi qîrîna dirûşmeyan meşiyan. Ciwanan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û xwerêveberiyên li Kurdistanê silav kirin. Di meşa ku heta Markplatzê dewam kir de wêneyên Ocalan û alên PKK'ê hatin hildan.

HESSEN: Ji bo şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, li mezintirîn qenala televîzyonê ya eyaleta Hessen a Elmanyayê HR3 çalakiya dagirkirinê hat lidarxistin. Rayedarên televîzyonê ji Kurdistaniyan re ragihandin ku ew komkujiyên li Kurdistanê tên kirin ji nêz ve dişopînin û ji bo nîşandana wan, ya ji destê wan bê ew ê bikin. Li ser vê yekê çalakî bi dawî bû.

Di heman saetê de ciwanên Kurd Stasyona CHERYL COLE SQUARE ya li Londonê dagir kirin.

...