Bi hezaran kes ber bi Sûrê ve dimeşin

Bi hezaran kes ji navçeya Yenîşehîrê ber bi Sûrê ve dimeşin.

Bi armanca şermezarkirina terora dewleta Tirk a ku li navçeya Amed Sûrê bi "qedexeya derketina derve" re dimeşîne, li ser banga rêxistinên DBP û HDP'ê yên Amedê bi hezaran kes li ber AZC Plaza ya taxa Ofîs a navçeya Yenîşehîrê civiyan.

Polîsan bend danîn pêşiya girseya gel a li taxa Ofîsê. Ji ber sekna bi biryar a gel, polîsên Tirk neçar man bendên xwe rakin.

Kurdistanî di kolana Stasyonê re ber bi navçeya Sûrê ve dimeşin û dirûşmên "Bêdeng nebe, dor wê were te", "Bijî bexwedana Sûrê" qîriyan.