Goran û YNK: Lihevkirina dewleta Tirk û PDK'ê rewşeke tirsnak e

Parlamenterê Tevgera Goran Şêrko Heme Emîn û Parlamenterê YNK'yî Ferhat Sengavî yên ji ANF'ê re axivîn, nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên PDK'ê dan ku ji derbasbûna hêzên artêşa Tirk PKK berpirsyar nîşan dida.

Goran û YNK'ê nerazîbûn nîşanî PDK'ê dan û destnîşan kirin, ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê hêzeke dagirker e.

Berevajî daxuyaniya PDK'ê ya ku PKK'ê hedef nîşan dide, parlamenterên Goran û YNK'yî dan zanîn ku dewleta Tirk hem li Bakur hem jî li Başûrê Kurdistanê hêzeke dagirker e.

Parlamenterê Tevgera Goran Şêrko Heme Emîn û Parlamenterê YNK'yî Ferhat Sengavî yên ji ANF'ê re axivîn, nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên PDK'ê dan ku ji derbasbûna hêzên artêşa Tirk PKK berpirsyar nîşan dida.

EMÎN: YA WEHÎM EW E KU ARTÊŞA TIRK BI PDK'Ê RE LI HEV KIRIYE Û BI VÎ RENGÎ HATIYE

Emîn got, "Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê hêzeke dagirker e. Armanca hatina xwe, pêşîgirtina li pêşketina PKK'ê ye" û da zanîn ku dewleta Tirk aciz e PKK û YPG li herêmê weke aktorekî girîng tê dîtin. Emîn got, "Ya wehîm ew e ku bi partiyeke Kurd re li hev kiriye, bi PDK'ê re li hev kiriye û bi vî rengî hatiye Başûrê Kurdistanê. Ne tenê dewleta Tirk, Heşd el Şebî jî di encama têkiliya bi PDK û YNK'ê re hatine. Divê polîtîkayên me, berjewendiyên gelê Kurd esas bigirin."

'BIRYARA PARLAMENTÊ YA JI BO DERXISTINA LEŞKERAN HEYE'

Emîn da zanîn ku ketina leşkerên Tirk li nav xaka Başûrê Kurdistanê tê wateya destwerdana yekser a li karên navxweyî yên Başûrê Kuredistanê û got, "Di sala 2006'an de parlamentê biryar derxist, ku ev hêz bê derxistin. Derxistin li aliyekî niha hêzên nû lê zêde dikin. Divê biryara parlamentê bi cih were anîn. PDK di daxuyaniya xwe de dibêje ku leşkerên Tirk li hemberî PKK'ê hatiye. Lê belê divê were zanîn ku PKK bi operasyonên leşkerî, bi êrîşan re nikare ji holê were rakirin."

'DIXWAZIN HÊZÊN KURD LI HEMBERÎ HEV BIDIN ŞERKIRIN'

Emîn da xuyakirin ku armanca dagirkirina Başûrê Kurdistanê ji aliyê leşkerên Tirk ve, pêşîgirtina li yekîtiya neteweyî ya Kurd e û got, "Dewlet Tirk, mîna demên bihurî dixwaze hêzên Kurd li hemberî hev rake. Divê mirov li hemberî vê rewşê bêdeng nemînin. Girîng e hemû partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê li dijî vê derkevin. Divê berjewendiyên xwe yên partiyî deynin aliyekî û li ser bingeha berjewendiyên neteweyî tevbigerin."

SENGAVÎ: ARTÊŞA TIRK DIXWAZE CIH LI PKK Û YPG'Ê DENG BIKE

Ferhat Sengavî yê YNK'yî jî diyar kir ku dewleta Tirk bi şandina leşkeran re dixwaze pêşî li tevlîbûna hêzên PKK û YPG li operasyoneke gengaz a Mûsilê bigire û li herêmê cih lê teng bike.

Sengavî got,"Hatina leşkerên Tirk ji bo Başûrê Kurdistanê ji sedî sed zerare ji bo Kurdan. Dixwaze di dibetiya parçebûna Iraqê de ji valahiya derkeve holê sûdê werbigire. Dixwaze hêzên xwe li vir amade be. Armanceke xwe ya din jî ew e ku nehêle PKK û YPG tevlî operasyoneke gengaz li Mûsilê bibin".

Sengavî di dewama axaftina xwe de got, "Weke YNK em li dijî hebûna leşkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê ne. Em bi ti awayî qebûl nakin ku dest li Başûrê Kurdistanê werde."

...