YPG'ê bang li gelê Til Hemîsê kir: Hûn dikarin li xaka xwe vegerin
YPG'ê diyar kir ku herêma Til Hemîsê ji mayînan hatiye paqijkirin û diyar kir ku şêniyên herêmê dikarin li malên xwe vegerin.
YPG'ê diyar kir ku herêma Til Hemîsê ji mayînan hatiye paqijkirin û diyar kir ku şêniyên herêmê dikarin li malên xwe vegerin.
YPG'ê ragihand ku herêma Til Hemîsê ji mayînan hatiye paqijkirin û ji bo vegera li cih û warên xwe bang li şêniyên herêmê kir.
YPG'ê ev bang li gelê Til Hemîsê kir:
"Di Şoreşa Sûriyeyê ya di sala 5. de ye, ji bo parastina biratiya gelan û avakirina jiyana hevpar, di operasyonên hêzên YPG'ê yên li herêmê de gelek hevrêyên me şehîd ketin. Li ser bingeha yekîtiya gelan, YPG ji bo şoreşa Rojava biparêze, tevî hemû pêkhateyan li hemû herêman li ber xwe da û rê neda çeteyan. Bi rizgarkirina gundên li bejahiya başûrê Hesekê re şert û mercên ewle yên ji bo vegera gelê herêmê afirîn.
Ev serketin bi saya zarokên we û têkoşîna gelê me ya ji bo parastina destketiyên şoreşa xwe pêk hatiye, li ser rêya şehîdên ku xwîna xwe dan, efsaneyên lehengiyê yên berxwedaniyê nivîsandin da ku em bi hev re bi vîn û rûmeta xwe jiyan bikin û li hemberî hemû komployan derkevin e, di heman demê de em ê felsefe û rêya azadiya, her wiha jiyana aad li ser bingeha Neteweya Demokratîk dewam bikin. Careke din em serketinên mezin û vegera welatiyan ji bo malên xwe li gelê xwe pîroz dikin. Em mizgîniyê didin we ku herêmê bi temamî ji mayînan hatiye paqijkirin û hûn dikarin vegerên malên xwe."
Li herêmê piştî mayînên ku çeteyan çandibû ji aliyê Hêzên YPG û YPJ’ê ve hatin rakirin, pêla vegera welatiyên Til Hemîsê zêde bûye.