Parlamenterên HDP'yî li Şirnexê rastî destwerdana hêzên dewletê hatin

Parlamenter, rêveberên partiyê HDP'yî û hevşaredarên DBP'yî, ji bo biçin Cizîra Botan a ji aliyê dewletê ve hatiye dagirkirin, ji Şirnexê bi rê ketin. Lê belê li pêşiya bajêr rastî destwerdana hêzên dewletê hatin.

Parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê Leyla Bîrlîk, Lezgîn Botan, Bûrcû Çelîk û Berdan Ozturk, tevî gelek rêveberên partiyê û Hevşaredarên Şirnexê re ji bo xwe bigihînin Cizîrê ji navenda Şirnexê bi rê ketin.

Lê belê li pêşiya bajêr ji aliyê gelek leşker û polîsên tevgera taybet ên dewleta Tirk ve pêşî li wan hat birîn.

HDP'yiyan hewl dan ji benda astengiyê derbas bibin, rastî êrîşa hêzên dewletê hatin. Destwerdana li wekîlan hînê jî dewam dike. Hêzên dewleta Tirk di vê êrîşê de gelek kes birîndar kirin.