Gok banga berxwedana li dijî AKP’ê li tevahî gel kir.
Hevşaredarê Nisêbînê Cengîz Gok têkîldarî polîtîkayên qetlîamê yên AKP’ê yên li ser navçeyê agahî dan.
Gok destnîşan kir ku li taxa ku “qedexeya kolanan” lê tineye, ciwanê Rojavayî Huseyn Ahmed li ber deriyê xwe hat qetilkirin. Gok bal kişand ku AKP’e atmosfera hizûr û baweriyê ji holê radike.
, çocuk ve çocuk annelerini öldürmekle bu sorun daha da derinleşir" diye ekledi.
‘CIWANÊ ROJAVAYÎ HAT QETILKIRIN’
Gok bûyerên herî dawî yên li navçeya Nisêbînê ragihand, wiha axivî:
“Ji bo koçberkirina gel serî li her rêbazî didin. Ji bo bi awayê aborî, psîkojîk û ewlehiyê gelê Nisêbînê tine bikin, her rêbaz xistine meriyetê. Niha li gor tê xuyakirin li hinek taxan bi awayekî fermî qedexe heye, lê li ser tevahî Nisêbînê qedexeyên kolanan di meriyetê de ye. Ti esnaf nikarin dikanên xwe vekin. Ji ber ku li tevahî taxan pevçûn hene. Duh ciwanekî Rojavayî li ber deriyê xwe hat qetilkirin. Jixwe ev ciwan ji ber zilma DAIŞ’ê xwe avêtibû Nisêbînê û li fabrîqayekê dixebitî. Polîsan zarokên li taxê agir pêxistibûn da ber guleyan, zarok birîndar kirin, piştre jî Huseyn Ahmed ê Rojavayî yê li ber deriyê mala xwe disekinî qetil kirin. Ez behsa taxeke ku qedexeya kolanan lê tineye dikin.”
Gok got “Konsepta şer a AKP’ê niha li tevahî Kurdistanê belav bûye” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li holê pirsgirêkêk heye, bixwazin bi qedexeyên kolanan, tankan, bi kuştina nexweş, pîr, zarok û dayikan çareser bikin wê pirsgirêk kûrtir bibe.”
‘WÊ AKP’E WEK HIKÛMETÊN DIN TINE NEBE’
Gok bal kişand ser ‘operasyonên hizûr û ewlehiyê’, got ev hizûr û ewlehiya gel tinekiriye û wiha domand: “AKP’ê li Kurdistanê hizûr ji gel re nehiştiye. Bi van leşker û tîmên taybet ve li herêmê ewlehiya canê ti kesî nemaye. Tenê ji ber van bûyerana yên li Nisêbînê hatin qetilkirine 20 kes derbas kirine, ev kesên hatin qetilkirin jî bi temamî xwe zarok, pîr û dayik in. Her wiha li ser 60-70 kesên birîndar jî hene. Hikûmetên di salên 90’î de jî hatin heman rêbazên AKP’ê bikar anîn, lê kêr nehat, gel dest ji daxwazên xwe yên mafdar û rewa berneda. Eger difikirin ku wê bi zextê gel bitepisînin, wê wek hikûmetên din ew ê jî tine bibin. Eger pirsgirêkek hebe, pêwîst e lêgerîn ji bo çareseriyê jî hebe.”
BANG LI GEL KIR
Hevşaredarê Nisêbînê Cengîz Gok diyar kir ku bi qetîlkirin û qedexeyan nikarin Kurdan bitepisînin, wiha berdewam kir: “Hûn ê nikaribin bi mehan gelekî di malan de heps bikin. Em li bende ne ku êdî gelê me ji vê bê hiqûqiyê re bibêje ‘bisekine’. Bila AKP’e jî baş bizanibe ku eger dest ji vê helwesta xwe bernede wê qutbûnek çêbibe.”