Encu: Êrîş zêde dibin, berxwedan mezin dibe

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu diyar kir ku ji duh bi şev û vir ve êrîşên giran li Silopiyê tên kirin û got, "Lê belê wê bi ser nekevin û wê ji bajarên me bicehimin."

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu diyar kir ku ji duh bi şev û vir ve êrîşên giran li Silopiyê tên kirin û got, "Lê belê wê bi ser nekevin û wê ji bajarên me bicehimin." Encu da xuyakirin ku gel li hemberî êrîşan berxwedaneke mezin nîşan dide û bang li Kurdên li Kurdistan û Ewropayê dijîn kir, ku tavilê rabin ser piyan.

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu yê niha li Silopiyayê ye, rewşa dawî ya li bajêr ji ANF'ê re nirxand.

'ÊRÎŞ ZÊDE BÛN'

Encu diyar kir ku ji duh bi şev û vir ve êrîşên giran tên kirin û anî ziman ku heta vê kêliyê jî bênavber êrîş li hemberî taxan tên kirin. Encu ragihand ku êrîş bi giranî li taxa Başakê rû didin û got, "Di êrîşan de êdî bi temamî tank tên bikaranîn. Tank topan diavêjin malan. Bi dehan malan zerar dîtine. Li gelek xaniyan şewat derketiye. Niha li van taxan bi hezaran mirovên sivîl hene. Ev mirov jî dibin hedefa tank û topên hêzên dewletê. Kesekî 70 salî yê guleya tankê li mala wî ket, jiyana xwe ji dest da."

Encu da zanîn ku li taxa Yenîşehîrê ya ku ew niha lê ne, polîs û leşkerên Tirk diavêjin ser malan, deriyên xaniyan dişikînin û îşkenceyê li mirovan dikin.

'BERXWEDAN MEZIN DIBE'

Encu got, "Li Silopiyayê li hemberî her şêwe êrîşan, berxwedana gel mezin dibe" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Gelê me bi biryardarî bi dadana agir, çalakiya dengderxistinê û tilîliyan li dijî êrîşan disekine. Li hemberî gelê me polîtîkayeke xalîkirina etnîkî tê meşandin. Ya ku li vir tê kirin qirkirin e. Dewleta Tirk, mîna ku li hemberî wê hêzeke dewleteke din heye, bi çekên giran êrîşî sivîlan dike."

Encu destnîşan kir ku ev êrîş wê bê encam bimînin û êrîşkar wê ti carî bi ser nekevin. Encu got, "Yê bi ser bikeve wê gelê me be. Heta niha hêzên dewletê nekariye bikeve nava qadên xwerêveberiyê. Xendekekî bi tenê jî nehatiye girtin. Wê nikaribin bi pêş de biçin. Çawa ku DAIŞ li Kobanê hat qewirandin, çeteyên dewleta Tirk jî wê li her devera Silopiya, Cizîr û tevahiya Kurdistanê bên qewirandin."

BANGA XWEDÎDERKETINÊ

Encu bang li raya giştî ya Kurdistan û Tirkiyeyê kir ku li hemberî êrîşan bêdeng nemînin û ev bang kir: "Em ji gelê xwe dixwazin ku li hemberî êrîşên li Silopiya, Cizîr û qadên din ên xwerêveberiyê bêdeng nemîne, rabe ser piyan. Gelê me yê li Ewropa û metropolên Tirkiyeyê dijî, divê rabe ser piyan, xwedî li Kurdsitasnê derkeve û pêşî li van komkujiyan bigire."