'Di nava 4 mehan de 26 zarokên Kurd hatin kuştin'
Li Kurdistanê nerazîbûnên li hemberî terora dewletê zêde dibin. Saziyên perwerdeya demokratîk ên li Amedê daxuyaniyek dan çapemeniyê û êrîş şermezar kirin.

Amed Egîtîm-Sen, Akademiya Ehmedê Xanî û KURDÎ-DER ji bo balê bikişînin ser bêhiqûqiya di bin navê "qedexeya derketina derve" de tê kirin, civîneke çapemeniyê lidar xistin.
Daxuyanî bi Kurdî û Tirkî hat dayîn û nerazîbûn hat nîşandan, ku hêzên dewletê dibistan veguherandine leşkergehê.
DI NAVA 4 MEHAN DE 26 ZAROKÊN KURD HATIN KUŞTIN
Hevseroka şaxê yekemîn a Amed Egîtîm-Senê Dîlek Adsan di civînê de axivî û got, "Desthilatdariya AKP'ê, şerê qirêj ê li ser Kurdan didomîne. Di vî şerî de zarok û welatiyên sivîl dikuje. Di nava 4 mehan de 26 zarokên Kurd hatine kuştin. Ev hejmar, ji ber ku di şer de israr heye, roj bi roj zêde dibe."
GELÊ KURD WÊ SAZIYÊN XWE YÊN PERWERDEYA ALTERNATÎF BI RÊXISTIN BIKE
Adsan ragihand, ku vekişandina perwerdekarên li Cizîr û Silopiyayê ji aliyê Wezareta Perweriya Milî ve nîşan dide, ku şer wê girantir bibe û got, "Vekişandina mamosteyan ji aliyê wezaretê ve nîşan dide ku polîtîkayên asîmîlasyonê, îflas kirine. Di heman demê de bikaranîna dibistanan ji aliyê dewletê ve weke leşkergehê, nîşan dide ku wê şîdeta li hemberî gelê herêmê bê mezinkirin."
Adsan destnîşan kir ku gelê Kurd ji aliyê perwerdeyê ve bê alternatîf nîne û got, "Gelê me xwedî wê hêzê ye ku dikare mekanîzmayên perwerdeyê ava bike. Em dixwazin diyar bikin ku em bi biryar in bersivê bidin hemû daxwazên gelê xwe yên perwerdeyê."