Gelê Amedê wê ji bo Sûrê bimeşe
Ji bo şikandina dorpêçiya 16 rojan a li navçeya Sûrê û xwedîderketina li berxwedanê, wê îro li Peyas, Rezan û Yenîşehîrê gel ber bi qeymeqamtiyan ve bimeşe.

Li navçeya Yenîşehîrê wê li AZC Plaza, li navçeya Peyasê li Parka Rojava û li navçeya Rezanê jî gel wê li ber avahiya DBP'ê ya Navçeyê saet di 14:00 de bicive û dûre ber bi qeymeqamtiyên navçeyan ve bimeşe.
Hevserokê DBP'ê yê Bajarê Amedê Alî Şîmşek da xuyakirin, ku li hemberî hovîtiya li Sûrê divê êdî li her cihî çalakî bên lidarxistin û bang li gel kir ku beşdarî meşên bên lidarxistin bibe. Şîmşek got, "Weke gel, em ê hesab ji AKP û dewletê yên ku ev rojên tarî bi serê me de anîn, bipirsin."