Bi dirûşma ‘Qatil Erdogan’ ve berxwedana li Ewropa didome

Li dijî terora hikûmeta AKP’ê ya li ser Bakurê Kurdistanê, li Ewropa çalakî didomin. Di çalakiyan de berxwedana xwerêveberiyan hat silavkirin.

Li dijî terora hikûmeta AKP’ê ya li ser Bakurê Kurdistanê, li Ewropa çalakî didomin. Di çalakiyan de berxwedana xwerêveberiyan hat silavkirin. Her wiha di çalakiyan hat xwestin ku Ewropa li ser dewleta Tirk zextê ava bike.

PARÎS

Li paytexta Fransa Parîsê bi banga Navendên Civaka Kurd a Demokratîk, Konseya Kurdên Demokratîk a Fransa û Tevgera Jinên Kurd ve duh (Çarşem) li cem Parlamentoya Fransî çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de Kurdistanî, tevgerên şoreşger ên Tirkiyeyî û dostên Kurdan, li dijî terora AKP’ê berxwedana gel silav kirin.

Girseyê pankarta “Li Kurdistanê Qetlîam Heye, Bêdengiya Xwe Bişkîne” vekir, alên PKK’ê û KCK’ê rakir. SKB, ACTÎT, AVEG-Kom, gelek rêxistinên penaberan ên Tirkiyeyî, Partiya Komunîst a Fransî, Eniya Çep, Keskan, Komaleya Piştgiriya Kurdistan a Fransa û dostên Kurdan ên Fransî yên endamên MRAP tevlî çalakiyê bûn.

‘BILA PKK JI LÎSTEYA TERORÊ BÊ DERXISTIN; TÊKÎLIYÊ BI ERDOGAN RE BÊ BETALKIRIN’

Di çalakiyê de Hevseroka CDK-F Cemîle Renklîçay, Berpirsê Karên Dervê yê Eniya Çep, Parlamenterê Keskan Sercîo Coronado, Serokê MRAP’ê, Nivîskarê Kurd Fûat Kav û li ser navê Tevgera Jinên Kurd Zozan Serhat axivîn. Di axaftinan de banga hat kirin ku bila PKK ji listeya terorê bê derxistin; têkîliyê bi Erdogan re bê betalkirin.

Kav di axaftina xwe têkîldarî nîqaşên li ser xendekan got: “Ma bila gel li dijî gulereşanê gulan bavêje!” Kav di axaftinên xwe de banga çalakiyê li Kurdistaniyên li Ewropa dijîn kir. 
Parlamenterê Fransî Coronado jî got: “Em di vê berxwedana bi rûmet û mafdar de li cem gelê Kurd in.”

Her wiha dosyayak ku ji aliyê CDK-F hatibû amadekirin û polîtîkayên dagirkirin, qetlîaman ên li ser Bakurê Kurdistanê kiribû mijar, radestî wekîlên Partiya Keskan a Fransa, Partiya Çep û Partiya Sosyalîst kirin.
Çalakî bi banga çalakiya ku wê roja Yekşemê saet 13.00’an li Qada Bastîlle bê lidarxistin ve bi dawî bû.

REIMS

Di çarçoveya çalakiya ku di pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk pêk hat de avahiya Televîzyona Franc3 hat dagirkirin, ji rayedarên televizyonê re hate gotin ku “Hûn ê nikaribin terora dewletê ya li Bakurê Kurdistanê pêk tê ji nedîtî ve bên.”

MONTPELLIER

Kurdistaniyên li bajarê Montpellier ê Fransa jî di pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk de çalakî li dar xistin. Bi sedan kesî ji pêşiya Parka Peyrou dest bi meşê kirin, li Cadeya Comedî hatin cem hev. Li vir daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. 

AMSTERDAM

Li paytexta Hollanda Amsterdamê êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd hatin protestokirin. Li pêşiya Parlamentoyê ji bo sê jinên şoreşger ên hatin qetilkirin edalet hate xwestin.
Çalakvanan li pêşiya Parlamentoyê kon danîn, wê heta roja Şemiyê saet 15.00-17.00’an çalakiya xwe bidomînin.

DEN HAAG

Li bajarê Den Haag ê Hollanda jî wê roja Şemiyê saet 14.00-17.00’an li pêşiya Şaredariya Den Haagê çalakiya rûniştinê ya girseyî pêk were. 

PLANÊN ÇALAKIYÊN DIN ÊN LI HOLLANDAYÊ

Hollanda Demokratik Kürt Toplum Konseyi ve Hollanda Kürt Kadın Hareketi öncülüğünde başlatılan eyleme ilişkin, şu açıklama yapıldı:

Konseya Civaka Kurd a Demokratîk a Hollanda û Tevgera Jinên Kurd ên Hollanda têkîldarî çalakiyan ev gotin: “Operasyonên qirkirinê tenê em dikarin bi berxwedana gelê xwe ve vala derxin.” Hate diyarkirin ku wê heta roja Şemiyê wê Arnhem, Den Haag, Amsterdam, li pêşiya parlamentoyan wê çalakiyên rûniştinê bên lidarxistin. Roja Şemiyê jî wê li tevahî qadan çalakiyên rûniştinê, meş û dîsa çalakiyên rûniştinê bên lidarxistin.

21 û 26’ê Kanûnê wê li xeta Arnhem û Amsterdam serlêdana dêran pêk were. Her wiha wê li cihên herî çûyin û hatin zêde, grevên birçûbênê destpê bikin.

BERLÎN

Li paytexta Elmanya Berlînê mîtîng hat lidarxistin. Mîtîng li Qada Brandenbûrger hat lidarxistin, ji bo şehîdên şoreşê û azadiyê rêz hate girtin. Saziyên Kurdan, Partîzan, ATÎF û Komîteya Piştevaniya Kurdistan piştgirî dan Mîtînga ku bi banga NAV-DEM a Berlînê û Meclîsa Jinan a Destan a Berlînê pêk hat. Parlamenterê Partiya Çep Hakan Taş, di mîtîngê de berxwedana gelê Bakûrê Kurdistanê silav kir, bêdengiya YE û Elmanya bi tundî rexne kir.

...