Li Kerboranê gel ji bo şikandina dorpêçiyê amadekariyan dike

Li Kerboranê, berxwedana gel a li dijî êrîşên dewleta Tirk dewam dike. Polîs li ber strana hilbijartinê ya AKP'ê êrîşî gel dikin. Gelê Kerboranê jî ji bo şikandina dorpêçiyê amadekariyan dike ku dakeve kolanan.

Li navçeya Mêrdîn Kerboranê, dorpêçiya dewletê û êrîşên li dijî gel dewam dikin. Gelê Kerboranê jî li dijî êrîşên hêzên dewletê bendan datîne û li ber xwe dide. Polîsên ku beriya niha di êrîşên li Nisêbînê de sirûda "Mehter Marşi" lê didan û zexta psîkolojîk li gel dikirin, li Kerboranê jî serî li heman rêbazê didin. Ji panzerên duh bi şev li nava kolanên navçeyê digeriyan, "strana Dobra" ku muzîka hilbijartinê ya AKP'ê bû hat lêdan.

GULEYAN LI DERDORÊ DIREŞÎNIN, NAHÊLIN BIRÎNDAR BÊN RAKIRIN

ji Qereqola Jendermeyan a Navçeyê jî bênavber top li taxa Safa ya navçeyê tên barandin. Ji ber van topbaranan gelek malan zerar dîtin û gelek kesên li hundirê xaniyan birîndar bûn. Ji bo rakirina birîndaran ambûlansê xwest bikeve nava taxê, lê tîmên taybet ên dewleta Tirk destûr nedan ambûlansê.

Ji derdora Nexweşxaneya Dewletê ya Kerboranê, rêyên hawirdorê û derdora emniyeta navçeyê dengê çekan tê. Hêzên dewleta Tirk amadekariyan dikin ku dorpêçiyê li qadeke berfireh belav bike.

Li taxên ku êrîş lê nîne, gel bi rêya medya civakî xwe bi rêxistin kir û xwe amade dike ji bo şikandina dorpêçiyê dakeve kolanan.

Di peyama ku bi rêya medyaya civakî hate belavkirin de wiha tê gotin: 

"Hevalino; Em ji bo ku b ihevre dorpêçê bişikênen îro careke din dadikevin kolanan. Paşvegavavêtin tineye. Saet di 13.00'an de em kom bibin û ber bi taxa Safayê ve bimeşin. Taxên Xelîla û Basqilê bila kom bibin û li Şehîdgeha Kerboranê bên cem hev. Welatiyên li Taxa Banî jî bila kom bibin û bi welatiyên ku li derûdora otogar û cadeyê ve bên cem hev, piştî ku bi komên din ve hemû gihîştin cem hev bila berbi taxa ku êrîş heye bimeşin. Bila di destên me de aleke spî hebe. Îro parlamenter jî hewl bidin bikevin Kerboranê."