Yuksel û Ergul dan xuyakirin, ku bersiv ji pêwîstiyên gel re tên dayîn û destnîşan kirin, ku her çend êrîş dijwar dibin jî, moral û berxwedana gel kêlî bi kêlî mezin dibe.
Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel û Endamê Meclîsa Gel a Silopiyayê Muslim Ergul, êrîşên li her du navçeyan û berxwedana gel ji ANF'ê re vegotin.
'BERXWEDANA ME MEZIN DIBE'
Yuksel got, "Li hemû taxên Cizîrê gel li ber xwe dide" û da zanîn ku li taxên êrîş lê nîne jî gel rabûye ser piyan û li ber xwe dide.
Yuksel diyar kir ku êrîşên herî giran li hemberî taxên Cûdî û Nûrê tên kirin û got, "Li van taxên me sê kes birîndar bûn. Jineke ciwan Halîme Şen a dayika sê zarokan a 30 salî hat qetilkirin."
Şen got, "Hêzên dewletê heta niha nekarîne bikevin ti taxeke xendek lê hene, lê belê dikevin taxên xendek lê nînin û êrîşî gel dikin. Bi şikandina deriyên malan re hewl didin gel ji malan derxînin."
'HÊZA ME HEYE EM BI MEHAN LI BER XWE BIDIN'
Yuksel destnîşan kir ku hêza wan hene ew bi heman li hemberî êrîşan li ber xwe bidin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Me pêwîstiyên xwe, ji bo demeke dirêj tedarik kirin û amadekariyê xwe di vî warî de kirin. Me ji kêmasiyên xwe yên dorpêçî û êrîşên beriya niha de ders derxistin û bi vî rengî amadekariyên xwe kirin. Em bi gelê xwe re ne, timî li nava taxan digerin. Gelê me bi moral û bi biryar e. Bi biryar e ku heta dawiyê li ber xwe bide."
'JI DEWLETÊ NAYÊ BIKEVE NAVA TAXÊN ME'
Egul jî da zanîn ku bi tank û topan êrîşên li hemberî Silopiyayê dewam dikin û got, "Bi taybetî ev du roj in êrîş zêde bûn. Lê belê berxwedana gel a li hemberî vê jî mezin dibe. Heta niha ji hêzên dewletê nehatiye ku bikeve nava taxên me. Hêzên dewletê hewl didin bikevin nava taxên me yên xwerêveberiyê, lê rastî berxwedana gel tên."
'LI TAXAN BI HEZARAN SIVÎL HENE'
Ergul ragihand ku êrîşên herî giran li taxên Nûh û Başakê tên kirin û got, "Li van taxên me bi hezaran mirov dijîn. Bi tenê li cihên êrîş lê giran e, zarokên biçûk hatin derxstin. Wekî din bi hezaran sivîl li van taxan dimînin û li ber xwe didin."
'BERSIV JI HEMÛ PÊWÎSTIYAN RE TÊ DAYÎN'
Ergul got, "Niha hemû madeyên bingehîn ên xwarinê hene û bersiv ji pêwîstiyên gelê me re tê dayîn. Em ji bo berxwedaneke demdirêj amade ne." Ergul di dewama axaftina xwe de got, "Em li nava hemû taxan digerin, gelê me kolanan naterikîne, em li kolanan e. Em qedexeya derketina derve nas nakin."
'XWEDÎ LI BERXWEDANA ME DERKEVIN'
Yuksel û Ergul herî dawî bang li raya giştî ya Kurdistan û Tirkiyeyê kirin û gotin, "Xwedî li têkoşîna gelê me derkevin. Silopiya, Cizîr û qadên me yên din bêxwedî nehêlin. Bi taybetî divê gelê Wan û Amedê rabe ser piyan û xwedî li berxwedana me derkeve."