Li Dusseldorf û Munchenê çalakiyên edaletê
Li bajarên Elmanya Dusseldorf û Munchenê çalakiyên edalet û ronahiyê hatin lidarxistin.
Li bajarên Elmanya Dusseldorf û Munchenê çalakiyên edalet û ronahiyê hatin lidarxistin.
Li bajarên Elmanya Dusseldorf û Munchenê çalakiyên edalet û ronahiyê hatin lidarxistin.
DUSSELDORF: Li bajarê Elmanya Dusseldorfê, ji bo yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, çalakiya edalet û ronahiyê hat lidarxistin. Di çalakiya li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li Dusseldorfê de 50 Kurdistanî amade bûn. Di axaftinên li vê derê de hat ragihandin ku tevî 3 sal di ser re derbas bûye jî hînê dewleta Fransayê ji bo ronîkirina komkujiyê tiştek nekiriye û hat gotin, ku ew li bendê ne di soza destpêka sala 2016'an de destpê bike darizandineke dîrokî bê irin û sûcdar werin cezakirin.
MUNCHEN: Li bajarê Elmanya Munchenê jî çalakiya edalet û ronahiyê hat lidarxistin. Çalakiya li ber Konsolosxaneya Fransayê ji aliyê Komuna Jinên Kurd a Sara, Ciwanên Azad û NAV-DEM Munchenê ve hat organîzekirin. Di dema çalakiyê de bi rayedarên Konsolosxaneyê re hevdîtin hat kirin û ji bo ronîkirina komkujiyê dosyayek hat pêşkêşkirin. Di çalakiyê de wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin hilgirtin û bi armanca şermezarkirina terorê, li ber Konsolosxaneyê find hatin vêxistin. Kurdistaniyan çeleng danîn ber Konsolosxaneyê û dawî li çalakiya xwe anîn.