Kobanê silav da berxwedana li Bakurê Kurdistanê

Bi armanca silavkirina berxwedana li Bakurê Kurdistanê, li diyarê berxwedanê Kobanê, ciwanan çalakî lidar xistin.

Bi armanca silavkirina berxwedana li Bakurê Kurdistanê, li diyarê berxwedanê Kobanê, ciwanan çalakî lidar xistin.

Îro di saetên serê sibehê de rêzeçalakiyên Konê piştgiriya berxwedana Bakurê Kurdistanê ku duh ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) ve hatin destpêkirin,  di roja xwe duyemîn de didomin.

Di çalakiyên roja duyemîn de jî, endamên saziyên civaka sivîl, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Yekîtiya Star û bi dehan welatiyên bajar amade bûn.

Bi dehan welatiyên bajar ji bo ku tevlî rêzeçalakiyan bibin û piştgirî bidin berxwedana Bakur berê xwe didin, konê piştgiriyê.

Rêzeçalakî bi axaftina ji aliyê beşdaran ve destpê kir. Rêzeçalakiyên Konê piştgiriyê, didomin.