Li Silopiyayê tîmên taybet avahiya şaredariyê dagir kirin

Hêzên dewleta Tirk avahiya şaredariyê dagir kirin, li qatên jor ên avahiyê tîmên taybet bi cih kirin.

Li Silopiyayê tîmên taybet û leşkerên Tirk deriyê şaredariyê şkandin, ketin hundir.

Hêzên dewleta Tirk avahiya şaredariyê dagir kirin, li qatên jor ên avahiyê tîmên taybet bi cih kirin.

Li Silopiyayê ku qedexeya kolanan lê didome, tîmên taybet û leşkerên Tirk avêtin ser şaredariyê. Tîmên taybet deriyê ketinê yê şarederiyê şkandin, ketin hundir. Bekçiyê şaredariyê di ocaxa çayê de kîlît kirin, avahî dagir kirin, li qatên jor jî tîmên taybet bi cih kirin.

Hevşaredarê Silopiyayê Seyfettîn Aydemîr li hember rewşê bertek nîşan da, wiha got: “Deriyê şaredariyê şkandine û ketine hundir. Nobetçiyê li şaredariyê bê bandor kirine. Em têkîldarî mijarê li Qeymeqam û Walî digerin, lê dernakeve telefonên me. Dema telefonan vedikin jî dibêjin ku ‘ev kar me derbas dike, ti tişt ji destên me nayê’.