TAYD-DER: Em ê li Îzmîr bi biryardarî bêjin 'Ji Ocalan re Azadî'
TAYD-DER'ê diyar kir ku wan li Îzmîrê kampanya 'Ji Ocalan re Azadî' dane destpêkirin û got, "Em ê li benda însafa AKP'ê nemînin. Em ê êdî vê daxwaza xwe veguherînin biryardariyeke civakî û daxwaza azadiya Ocalan bikin."
OZGUR AYDIN
ÎZMÎR / ANF
pêncşem, 17 berfanbarê 2015, 09:12
TAYD-DER'ê diyar kir ku wan li Îzmîrê kampanya 'Ji Ocalan re Azadî' dane destpêkirin û got, "Em ê li benda însafa AKP'ê nemînin. Em ê êdî vê daxwaza xwe veguherînin biryardariyeke civakî û daxwaza azadiya Ocalan bikin."
Tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, salek temam kir. Tecrîda taybet a li Girava Îmraliyê li hemberî Ocalan tê meşandin, êdî li ser tevahiya civakê, bi taybetî li bajarên Kurdistanê di meriyetê de ye. Li hemberî vê yekê, li Îzmîrê bi pêşengiya saziya TAYD-DER'ê bi navê 'Ji Ocalan re Azadî' kampanya hat destpêkirin.
Hevserokê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Hikumxwar û Girtiyan (TAYD-DER) Mûsa Karbadag, der barê kampanyayê de ji ANF'ê re axivî.
Karbadag bal kişand ser hewldanên berevajîkirina rastiyên li ser tecrîda li ser Ocalan û got, "Daxuyaniyên hin derdoran li holê ne. Dibêjin, 'hevdîtinên bi awayekî sergirtî dewam dikin, hikûmet bi Îmraliyê re hevdîtinê dike'. Ev daxuyanî ji bo bêalîkirian nerazîbûnên Kurdan tên dayîn û hewl didin nîşan bidin ku rewşeke erênî heye. Kurd vê yekê bi ti awayî qebûl nakin. Tecrîd îro di şexsê Rêberê me li ser tevahiya gel tê ferzkirin. Statuya li ser Ocalan tê ferzkirin, bandorê li tevahiya gelê Kurd dike."
CPT: TECRÎD ÎŞKENCE YE
Karbadag ragihand ku tecrîda taybet a li ser Ocalan, rewşeke li dijî mirovahiyê ye û got, "Divê tecrîd were fêmkirin. Bi vê yekê re têkiliya mirov ji cîhana derve re tê qutkirin û ji aliyê civakî, psîkolojîk û derûnî ve bi tenê tê hiştin. Di biryarên Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) de hat destnîşankirin, ku tecrîd rêbazeke îşkenceyê ye. Mixabin hikûmeta AKP'ê ya Îslamî ya neo-faşîst a bê perwa bûye, dixwaze tecrîda li Îmraliyê mîna kirasekî li tevahiya civakê bike."
'LI WELÊT REWŞEKE TECRÎDÊ HEYE'
Karbadag da xuyakirin ku xweranegirtina li xwerêveberiyan û komkujiyên desthilatdariyê yên li Kurdistanê dike, ji tecrîda li Îmraliyê ne cuda ne û got, "Li welêt, rewşeke tecrîdê heye. Li hemberî nerazîbûnên kolektîf , demokratîk û civakî, em bi rewşeke darbekar a faşîst re rû bi rû ne ku qetil dike, bêdeng dike û mafê jiyanê nade. Bi vê yekê re statu û rewşa tecrîdê ya li ser Ocalan hatiye ferzkirin, dixwaze bi civakê re bide qebûlkirin. Heta roja îro Kurdan ti carî ev statu qebûl nekirin û wê ti carî qebûl nekin."
Karbadag der barê kampanya 'Ji Ocalan re Azadî' ya li Kurdistanê û gelek bajarên Tirkiyeyê de agahî da û got, "Ev kampanya me bêdawî ye. Li hemberî dewleta ku li Kurdistanê êdî ne rewa ye û mafê xwe yê serweriyê winda kiriye, wê êdî feraseta 'pevajoyeke nû' neyê nîşandan. Kurd wê êdî ji bo azadiya Ocalan bi biryardarî têbikoşin."
'EM NIKARIN JI ÎNSAFA AKP'Ê RE BIHÊLIN'
Karbadag da zanîn ku bi pêşengiya TAYD-DER'ê ew ê li Îzmîrê bi mijara 'Ji Ocalan re Azadî' meş, panel û çalakiyan lidar bixin û got, "Em ê raya giştî agahdar bikin. Li qadan em ê daxwaza xwe ya ji bo azadiya Ocalan bînin ser ziman. Azadiya Ocalan di heman demê de çareseriya pirsgirêka Kurd e. Tê wateya çareserkirina gelek pirsgirêkên civakî û rewşa xitimandî. Di herikîna dîrokê de mixabin rastiyek heye; hemû kesên pêşengî ji civakê re kirine, yan jî modelên jiyana alternatîf pêşkêş kirine, yan hatine qetilkirin yan jî li zîndana hatine ragirtin. Ji ber vê yekê Ocalan di nava tecrîdê de tê ragirtin. Em ê vê qebûl nekin. Em ê ji însafa AKP'ê re nehêlin. Em ê êdî vê daxwaza xwe veguherînin biryardariyeke civakî û daxwaza azadiya Ocalan bikin."