Li Amedê polîsên Tirk êrîşî girseyê kirin

Girseya ku ji bo şkandina dorpêça li ser Sûrê, ji Parka Rojava ya Kayapinarê ber bi Qeymeqamtiyê bimeşe, rastî êrîşa polîsan hat.

Girseya ku ji bo şkandina dorpêça li ser Sûrê, ji Parka Rojava ya Kayapinarê ber bi Qeymeqamtiyê bimeşe, rastî êrîşa polîsan hat.

Welatiyên ku ji bo şkandina dorpêça li ser navçeya Sûrê ya Amedê, li Parka Rojava ya Kayapinarê kom bûn, bi dirûşmên “Wê berxwedan bi ser bikeve” hewl dan ber bi Qeymeqamtiyê bimeşin, rastî êrîşa polîsan hatin.

Polîsan bi ava şid û bombeyên gazê êrîş kirin, tevî êrîşê jî girse li parkê rawestandina xwe didomîne.