Leşker û polîsên Tirk êrîşî gundiyên dimeşiyan Silopiyayê kirin

Li Silopiyayê, ji bo şikandina dorpêçiyê û destekkirina berxwedana gel, gundiyên derdorê ber bi navçeyê ve meşiyan. Lê belê polîs û leşkerên Tirk bi bombeyên gazê û fîşekên rastî êrîşî gundiyan kirin.

Gundiyên Xirbokê, Kolya û Gundê Mala Dîno li gundê Xirbokê li hev civiyan û ber bi navçeyê ve dest bi meşê kirin. Zarok jî di nav de bi sedan kes meşiyan, lê belê bi TOMA û maşînên zirxî pêşî li wan hat birîn.

Polîs û leşkerên Tirk, bi guleyên rastî, ava şid û bombeyên gazê êrîşî gundiyan kirin. Gel jî li hemberî êrîşê dest bi berxwedanê kir.