Ji DBP'ê daxuyaniya 'operasyona şaredariyan'
Navenda Giştî yaa DBP'ê, li ser operasyonên li hemberî şaredariyên wan ên Şirnex/Silopiya û Mersîn/Akdenîzê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Navenda Giştî yaa DBP'ê, li ser operasyonên li hemberî şaredariyên wan ên Şirnex/Silopiya û Mersîn/Akdenîzê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Di daxuyaniya nivîskî ya DBP'ê de hat gotin, "Serokkomar Erdogan û hikûmeta AKP'ê, roj bi roj ji rewşa 'dewleta hiqûqê' dûr dikevin û sînorên hiqûqa xwe ya darbeyê ya antî demokratîk jî dagir dike. Operasyonên binçavkirinê, serdegirtinên nehiqûqî yên li hemberî şaredar û rêveberên gelê Kurd, ku veguheriye rewşeke kevneşop, êdî sînor derbas kirine û gihaştiye radeya 'dagirker'iyê."
'LI TIRKIYEYA NÛ AŞTÎ Û ARAMÎ NÎNE!'
Di dewama daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku roja 18'ê Kanûnê polîs û leşkeran avêtine ser avahiya Şaredariya Silopiyayê, tevî ku kesek di hundir de ti nebû jî nobedarê şaredariyê li odeyekê ragirtine, li hundir geriyane û hard dîskên kompûterên şaredariyê desteser kirine.
DBP'ê destnîşan kir ku ev yek jî nîşan dide ku di 'Tirkiyeya Nû' ya AKP û Edogan de cihê aştî û aramiyê nîne.
Di dewama daxuyaniyê de hat bibîr xistin, ku di heman rojê de li hemberî Şaredariya Mersîn/Akdenîzê operasyon hatiye kirin, tevî Hevşaredar Fazil Turk 25 kes hatine binçavkirin û hat gotin, "Bi vê operasyona ku ji aliyê ekîbên Têkoşîna li dijî Sûcên Qaçaxçitî û Organîzeyî re hewl tê dayîn ku vîna gelê Kurd bê şişandin û nêrîna mirovan a li ser nelirêtiya 17-25'ê Kanûnê ya Erdogan û AKP'ê bê ji bîrkirin. Di sîstemeke ku diz lê nayê darizandin de bêguman tehemûlî siyaseta sivîl nayê kirin."
BANG LI GELÊN TIRKIYEYÊ HAT KIRIN
DBP'ê destnîşan kir ku gelê Kurd êdî gihaştiye wê radeyê ku şertê yekane yê jiyana bi hev re weke têkoşîna bi hev re dibîne û got, "Divê were zanîn; ne bi tank û topan û konsepta şer hûn dikarin me ji têkoşîna me vegerînin, ne jî operasyonên we yên xapandinê tesîrê li ser gel bikin.
Weke DBP em bang li tevahiya gelên Tirkiyeyê dkiin ku li hemberî şerê ne exlaqî û dagirkerî yên li hemberî gelê Kurd tê meşandin, li ber xwe bidin û xwedî li demokrasiyê derkevin."