Ji bo korîdora însanî ya Efrîn-Şêxmeqsûd peyman hat morkirin

YPG'ê û Odeya Çalakiyê ya Fetîh a Helebê, li ser vebûna korîdoreke însanî ya navbera Efrîn û Taxa Şêxmeqsûdê, peymanek îmze kirin.

YPG'ê û Odeya Çalakiyê ya Fetîh a Helebê, li ser vebûna korîdoreke însanî ya navbera Efrîn û Taxa Şêxmeqsûdê, peymanek îmze kirin.

Ppeymana di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Odeya Çalakiyê ya Fetîh a Helebê li ser bingehê agirbesta di navbera her du aliyan de, dabînkirina çûn û hatin sivîlan di navbera Kantona Efrînê û Şêxmeqsûd de û vekirina rê û korîdorên digihêjin Efrînê hate îmzekirin.

Ev peyman ji 19.12ç2015’an saet 20:00’an ve dikeve meryetê.

Peyman wiha ye:

"Ji bo rawestandina rijandina xwînê û pêkanînê insiyatîfa ku Meclîsa Şêwirmendiyê û Lihevanînê ya Helebê da destpêkirin, ji aliyê her du aliyan de li ser van xalan li hev hatiey kirin

-Agirbesta di navbera her du aliyan de

-Derbasbûna sivîlan ji Kantona EFrînê û taxa Şêxmeqsûd di bendên kontirolê yên Odeya Çalakiyan a Fetih a Helebê re. Her wiha ji bo karûbarên leşkerî jî dibe beriya derbas bûna di bendên kontirokê re kordîne kirin bête çêkirin.

-Girtina Korîdora li herma Şêxmeqsûd a dighêje herêmên di bin serweriya rêjîmê de û ji bo çavdêriya korîdorê ava kirina komîteyeke hevbeş ji herdu aliyan.

-Vekirina korîdorên ku digihêje Kantona EFrînê.

-Bi hevkirina bi Artêşa Şoreşgeran û Yekîniyên Parastina Gel (YPG) komên Odeya Çalakiyê ya Fetîh a Helebê derbasî taxa Şêxmeqsûd a Rojhilat dibin.

-Bendê kontrolê yê Şêxmeqsûd (Sikê) di navbera herdu aliyan de hevbeş e.

-Ji bo pêk anîna peymanê ava kirina komîteyeke leşkrerî ji herdu aliyan."

Fermandariya Yekîneyên Parastina Gel a Kantona Efrînê îro bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew ê peymana di navbar wan û Odeya Çalakiyê ya Fetîh a Helebê de hatiye îmze kirin, bi cih bînin û destnîşan kir ku got ti têkiliyên wan bi hevpeymanên din re tine ye.

...