HPG'ê gerîlayên jiyana xwe ji dest dan bibîr anî

HPG'ê 5 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û got, "Em soza xwe dubare dikin ku em ê vê meşa bi heybet a wan radestî me kirine bi ser bixînin û hevrêyên xwe yên şehîd, bi rêzdarî bibîr tînin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, gerîlayên di mehên Tebax û Mijdarê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî. Di dauyaniya HPG'ê de hat gotin, "Şiyarbûn û vejîna civaka Kurdistanê û rastiya hebûna xwe ya civakî, di asta herî bilind de tesmîliyeta xwe di rastiya şehîdan de dibîne. Ev vîna ku jiyana fedaî ji bo parastin û jîndaririna nirxên civakî destnîşan kiriye, îro hêzeke civakî ya biryardar derxistiye holê, ku bi berxwedanê re nirxên xwe diparêze.

Ev vîn û biryardarî, weke bitûniya nirxên şehîdên me yên têkoşîna azadiyê, îro li her qada berxwedanê jîndar û şênber bûne. Gelê me yê Kurdistanê, ku milîtanên feda yên ku bi qasî di oxira wê de jiyana xwe ji dest bide ji jiyanê hez dikin û ji bo jiyan û civakeke azad xwe feda dikin afirandiye, wê lehengên me yên di demên cuda de gihaştine şehadetê, bi vê dilsoziyê re pêşwazî bike û xwedî derkeve."

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Ew, weke ewladên leheng ên gelê me yê welatparêz, ku li ser şopa Mazlûman, Kemalan, Xeyriyan, Egîdan, Zîlanan û Bêrîtanan bi îdîa û biryardariyeke mezin gav bi gav mezin bûn, di nava têkoşîna me de cih girtin. Bûn hevrêyên me yên mînakdar ku di jiyana xwe de kedkar û dilnizm, di rêbaza têkoşînê de jî bi xwestek û fedaî bûn. Di şerekî li Qersê yê meha Tebaxê de 3 gerîlayên me, di meha Mijdarê de jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê 2 gerîlayên me tevlî karwanê şehîdan bûn."

Daxuyaniya HPG'ê bi vî rengî dewam kir:

"Hevrêyên me Çavreş, Helo, Reşît û Zagros ku berpirsyariya mezin a milîtaniya Apoyî ji kêliya tevlî bûn û pê ve bi fedekariyeke mezin nîşan dan, bi coş û daxwaza bi ser xistina her şêwe wezîfeyê, meşiyan. Em soza xwe dubare dikin ku em ê vê meşa bi heybet a wan radestî me kirine bi ser bixînin û hevrêyên xwe yên şehîd, bi rêzdarî bibîr tînin.

Agahiyên nasnameya gerîlayekî me yê li Qersê şehîd ketiye, hînê zelal nebûye. Dema hat zelalkirin wê ji aliyê me ve ji raya giştî re bê aşkerakirin."

NASNAMEYÊN GERÎLAYAN

Nasnameyên gerîlayên jiyana xwe ji dest dan bi vî rengî ne:

Nasnav: Çavreş Hîzan
Nav-paşnav: Mûrat Taş
Cihê ji dayikbûnê: Bedlîs
Navên dê-bav: Raîfe-Omer
Dem û cihê şehadetê: Tebax 2015 - Qers

Nasnav: Helo Merîwan
Nav-paşnav: Rahîm Hacîzade
Cihê ji dayikbûnê: Merîwan
Navên dê-bav: Ferîde-Siddik
Dem û cihê şehadetê: Tebax 2015 - Qers

Nasnav: Reşît Serdar
Nav-paşnav: Şahîn Kaya
Cihê ji dayikbûnê: Colemêrg
Navên dê-bav: Rahîme-Ekrem
Dem û cihê şehadetê: Mijdar 2015 - Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Zagros Berfîn
Nav-paşnav: Fîkret Kizilirmak
Cihê ji dayikbûnê: Mêrdîn
Navên dê-bav: Delal-Edîp
Dem û cihê şehadetê: Mijdar 2015 - Herêmên Parastinê yên Medyayê

...