BI DÎMEN

'Bila her kes li ser piyan be; berxwedana me wê mezin bibe'

Ciwanên li Şirnexê pêşengiyê ji xweparastinê re dikin ev mesaj dan AKP'ê; "Bi civandina bi deh hezaran leşker û generalan re hûn dikarin bi ser bikevin. Ti hêz nikare li hemberî hêza gel bi ser bikeve."

Ciwanên li Şirnexê pêşengiyê ji xweparastinê re dikin ev mesaj dan AKP'ê; "Bi civandina bi deh hezaran leşker û generalan re hûn dikarin bi ser bikevin. Ti hêz nikare li hemberî hêza gel bi ser bikeve." Ciwanan bang li gel jî kirin ku dakevin qadan û mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin.

Li taxên Bahçelîevler, Cûmhûriyet, Yenîmahalle û Dîcleyê, ku xwerêveberî lê hatine ragihandin, ji ciwanên li ber bend û xendekan nobedê digirin Andok Gabar, Mîr Botan û Evîndar Gulan destnîşan kirin, ku armanca wan parastina gel û qada jiyanê ye. Ciwanan diyar kirin ku ew ê li hemberî êrîşan bêdeng nemînin.

Ciwanên li çeperên xweparastinê ne, armanc û têkoşîna xwe ji ANF'ê re vegotin:

'EM Ê JI BERXWEDANA CIZÎR Û SILOPIYAYÊ RE BIBIN BERSIV'

Andok Gabar: Em niha mafê parastinê yê rewa, ku mafê her ruhberî ye, bi kar tînin. Di nava xwezayê de gêrîkek jî xwe diparêze. Em jî li hemberî êrîşên dijmin xwe diparêzin. Li hemberê asîmîlasyon û polîtîkayên tinekirinê, me bend danîn û em xwe û gelê xwe diparêzin. Weke ku tê zanîn weke gel me xwerêveberî îlan kirin û ragihandin ku em ê êdî xwe bi xwe bi rê ve bibin. Ti şerê li hemberî gelan tê meşandin, bi ser neketiye. Gelê me yê Cizîr û Silopiyayê, li hemberî polîtîkayên tinekirinê li ber xwe dide. Em jî ji vê derê berxwedana wan silav dikin û bi bilindkirina têkoşîna xwe re em dibin bersiv ji berxwedana wan re.

'EM WEKE TEVGREA PARASTINA REWA DERKETIN HOLÊ'

Weke tevgereke parastina rewa em derketin holê. Weke YDG-H em hêzeke parastinê ya gelê me ye. Li hemberî her şêwe êrîşên li Nisêbîn, Kerboran, Cizîr, Silopiya, Sûr û cihên din, weke hêza parastina gelê xwe, em ê li dij derkevin. Bêguman êrîş zêde bibin em ê jî berxwedana xwe mezin bikin û qat bi qat bersivê bidin êrîşan. Weke ciwan û gel em ê li ber van bendan nobedê bigirin. Tî birçî çi dibe bila bibe em ê van bendan biparêzin. Mirin jî were bila li ser seran û çavan be.

'DIVÊ HER KES LI SER PIYAN BE'

Şerê me li dijî sîstemê ye. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî sîstemê bidomînin. Mîna ku dest bi fethekê kirine, bi tevgereke dagirkeriyê, veguhastineke mezin a leşker û cebilxaneyan re êrîş dikin. Lê belê berxwedana gel heta roja îro ti carî winda nekiriye, ji niha û pê ve jî wê winda neke. Em vê rastiyê di dîroka têkoşînê ya gelên cîhanê de, ji Vîetnamê heta mînakên din, dibînin. Ti gelî winda nekiriye, em ê jî winda nekin. Sîstem heta jê tê êrîş dike, lê em jî li ber xwe didin. Heta niha sîstemê bendeke me ya bi tenê jî derbas nekiriye, wê nikaribe derbas bike.

Banga me li tevahiya raya giştî ya demokratîk û Kurdistanê û ciwanan ev e: Êdî bila her kes li hemberî êrîşên li dijî Kurdistan û qadên xwerêveberiyê rabin ser piyan. Em bang li her kesî dikin ku dakevin qadan û mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin.

'BERXWEDANA ME WÊ MEZIN BIBE'

Mîr Botan: Beriya her tiştî ez berxwedana gelê me ya li Cizîr, Silopiya, Nisêbîn û tevahiya Kurdistanê silav dikim. Berxwedana Cizîr û gelê Kurdistanê pîroz e. Her kesên li cihê lê ye xwedî li nasnameya xwe derdikevin, xwedî li têkoşîna Kurdistanê derdikevin.Berxwedana me mezin dibe, wê mezin bibe. Em bang li her kesên ku xwe weke Kurdistanî dibînin dikin ku xwedî li xwe derkevin.

'BILA CERDEVAN LI DIJÎ GELÊ ME ŞER NEKIN'

Bang li cerdevanan dikim: Li dijî gelê xwe şer nekin. Li gundê xwe bimînin, êrîşî gelê xwe nekin. Cihê we kêleka gelê we ye, em li vê derê vê dikin. Werin em bi hev re gelê xwe biparêzin. Bi awayekî vekirî em bêjin; em gefê li kesî naxwin, em pêşniyareke çareseriyê ya maqûl dikin. Lê belê eger vê qebûl nekin û êrîşî gelê me bikin, hingî bersiva me jî wê gelekî tund be. Gelê me li Cizîr û Silopiyayê li ber xwe dide, em ê jî li vir li ber xwe bidin. Ti tişt nikare berxwedana me bişikîne."

'BANG LI HEMÛ JINAN DIKIM KU TEVLÎ TÊKOŞÎNA XWERÊVEBERIYÊ BIBIN'

Evîndar Gulan: Beriya her tiştî ez gelê Kurdistanê û Rêberê me silav dikim. Weke jin em ji her şêwe berxwedanê re amade ne. Ji xwe em ji bo vê amade ne. Bang li tevahiya jinên Kurdistan û Tirkiyeyê dikim ku cihê xwe di nava berxwedana xwerêveberiyê de bigirin. Xwerêveberî ji bo azadiya jinan gelekî girîng e. Ji ber ku weke jin em azadiya xwe di xwerêveberiyê de dibînin, di nava vê berxwedanê de cih digirin."