KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Hêzên dewleta Tirk îro li Cizîrê 2 kes qetil kirin - HAT SERERASTKIRIN
Li Cizîrê, 2 kes îro ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Kesên hatin qetilkirin bi alên spî gihandin ambûlansan û birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. -
Li Geverê dibistan tên boykotkirin
Xwendekarên li Geverê, bi armanca şermezarkirina êrîşên topyekûn ên li hemberî Kurdistanê, dibistan boykot kirin. -
Şankan: Civak wê di nava saziyên xwe de li edaletê bigere
Endamê Dîwana Edaletê ya KCK'ê Şoreş Şankan diyar kir ku biryarên hiqûqa dewletê rê li ber encameke mayînde venakin û destnîşan kir ku pêwîstiya her civakê bi mekanîzmayeke dikare pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bike, heye. -
Dewleta Tirk topan li Sûrê dibarîne
Di roja 22. a "qedexeya derketina derve" de dewleta Tirk duh tevahiya şevê top li navçeyê barand. -
Cenazeyê Ozer ê 15 salî yê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin wê bê veşartin
Li navçeya Tarsûsê, polîsên Tirk ji ber berxwedana gel neçar man xwe vekişînin qereqola xwe. Li navçeya ku wê cenazeyê Ozer bê rakirin, dikan nehatin vekirin û dibistan hatin boykotkirin. -
Li Wûppertal, Freîbûrg û Hambûrgê dewleta Tirk hat şermezarkirin
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, terora dewleta Tirk bi çalakiyan protesto kirin. Li bajarên Elmanya Wûppertal, Freîbûrg û Hambûrgê Kurdistanî li kolanan bûn. -
Li Nisêbînê gel li hember êrîşan li ser piyan e
Li Nisêbînê her ku diçe êrîş zêde dibin, gel tevahiya rojê li hember dengê çekan ji çar aliyan ve daket kolanan û li ber xwe da. -
Saçan ê ku polîsên Tirk ji serî ve birîndar kiribûn jiyana xwe ji dest da
Mehmet Saçan ê ku li Cizîrê ji gulebarana tîmên taybet ji serê xwe birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da. -
Li Şirnexê çalakî mezin dibin û dewam dikin
Bi hezaran kesî li Şirnexê pêkanînên rêveberiya awarte yên li ser Silopiya û Cizîrê bi meş û çalakiyên dengderxistinê ve protesto kirin. -
Hêzên dewleta Tirk li Cizîrê gule li serê yekî xistin
Li Cizîrê ku êrîşên li dijî berxwedana xwerêveberiya gel zêde bûne, Mehmet Saçan bi guleyên tîmên taybet ên Tirk ji serê xwe bi giranî birîndar bû. -
Artêşa Tirk Girê Spî gulebaran dike
Hêzên artêşa Tirk li nêzî Deriyê Sînor ê Aqçeqelê êrîşî benda kontrolê ya Hêzên Asayîşê kir. -
Polîsên Tirk nikarin berxwedanê bişkînin êrîşên xwe yên li hember sivîlan didomînin
Li taxa Cûdî ya Cizîrê ji ber sedema topbarana zêde Emîne Dûman a 75 salî qirîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da, welatiyê bi navê Alî Kalkan jî ji aliyê tîmên taybet ên Tirk ve ji lingê xwe hat birîndarkirin. -
Li Şirnexê polîsek hat kuştin, 2 jî birîndar bûn
Di çalakiya di navenda bajar a li dijî wesayîta zirxî ya polîsan a bi roketan, polîsek hat kuştin, 2 polîs jî birîndar bûn. -
Amediyan tevahî rojê li ber xwe dan
Berxwedana Amediyan didome. Giştî bajar li hember êrîşên polîsan li ber xwe da. -
Nasnameya kesê li Sûrê hat qetilkirin aşkera bû
Nasnameya kesê li Sûrê hat qetilkirin aşkera bû. Li navçeya Sûrê ku 21 roj in li dijî êrîşên dewleta Tirk berxwedan didome, kesê 19 salî Serhat Dogan jiyana xwe ji dest da. -
Meclîsa Gel a Cizîrê: Em ê berxwedana bi rûmet mezin bikin
Meclîsa Navçeya Cizîrê ya qedexeya dewleta Tirk nas nake û li dijî êrîşan bi gel re civînan li dar dixe, diyar kir ku wê berxwedan bidome. -
Hêzên dewletê li Cizîrê 2 kesên din qetil kirin
Li taxa Nûhê hêzên dewleta Tirk welatiyên bi navê Dogan Îşçî (32) û Mehmet Tekin qetil kirin. -
Polîsên berxwedan neşkandin, êrîşî nexweşan kirin
Polîsên Tîmên Taybet ên Tirk li navçeya Nisêbinê nekarîbûn berxwedana gel bişkînin, êrîşî nexweşan kirin. -
Bi îdîaya ‘ Endamê rêxistinê ye’ Yildirimê felcî hat girtin
Li Dêrikê di serdegirtina polîsên Tirk a malan de ji 4 kesan 2 kes hatin girtin. Bi îdîaya ku “Endamê rêxistinê ye” Serdar Yildirim ku ji nîvî pê de felcî ye, hat girtin. -
Li Batmanê jin bi tepsî û beroşan li kolanan in
Jinên di pêşengtiya KJA’yê de li kolana Sanatê kom bûn , bi tepsiyan, beroşan, fîtik, çepik û tilîliyan ve çalakiya dengderxistinê li dar xistin. -
Li Şirnexê serhildana gel mezin dibe
Piştî meşa danê nîvro ya li Şirnexê, gelê ku hewl da ber bi taxan bimeşe rastî êrîşa polîsan hat. -
Gelê Cizîrê li ser piyan e: Em ê bi ser kevin
Gelê Cizîrê tevî topbaranê û gulebarana ji wesayîtên zirxî jî bi dirûşmeyên, “Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîstan” û “Em Ê Bi Berxwedanê Ve Bi Ser Bikevin” daket kolanan. -
Yek ji yê li Nisêbînê hat qetilkirin Medenî Oral bavê 8 zarokan e
Li Nisêbînê di encama êrîşa wesayîta zirxî ya polîsên Tirk û bi astengkirina ambûlansê ji ber xwîna zêde winda kir jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku Medenî Oral (45) bavê 8 zarokan e. -
Li Amedê êrîşa polîsan: 2 ciwan hatin qetilkirin/HAT NÛKIRIN
Ciwanê bi navê Şiyar Baran ê di encama êrîşên polîsan ên li ser Seyrantepeyê birîndar bû, jiyana xwe ji dest da. -
Li Wanê 3 kes hatin girtin
Li Wanê 3 ciwanên ku di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, hatin girtin.