Li Wûppertal, Freîbûrg û Hambûrgê dewleta Tirk hat şermezarkirin
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, terora dewleta Tirk bi çalakiyan protesto kirin. Li bajarên Elmanya Wûppertal, Freîbûrg û Hambûrgê Kurdistanî li kolanan bûn.
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, terora dewleta Tirk bi çalakiyan protesto kirin. Li bajarên Elmanya Wûppertal, Freîbûrg û Hambûrgê Kurdistanî li kolanan bûn.
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, terora dewleta Tirk bi çalakiyan protesto kirin. Li bajarên Elmanya Wûppertal, Freîbûrg û Hambûrgê Kurdistanî li kolanan bûn.
WÛPPERTAL: Li bajarê Wûppertalê ciwanên Kurd ketin hundirê avahiya televîzyona dewletê WDR û bi rayedaran re rûniştin. Koma ji 15 kesan, di hevdîtina bi rayedarên WDR de bal kişandin ser polîtîkayên tinekirinê yên Erdogan û hikûmeta AKP li dijî gelê Kurd dimeşînin. Ciwanan ji wan xwestin ku qenala WDR li pêşberî êrîşên li hemberî gelê Kurd bêdeng nemînin û vê rewşê nîşan bide. Piştî hevdîtina saetekê ciwanan dosyaya li ser êrîşên li hemberî gelê Kurd amade kiribûn ardestî rayedarên qenalê kirin. Hevdîtin, piştî qebûlkirina daxwazên ciwanan, bi awayekî bê pirsgirêk bi dawî bû.
FREÎBÛRG: Li bajarê Freîbûrgê standeke agahdarkirinê hat vekirin û li ser komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, agahî hat dayîn. Standa ku pêr hat vekirin wê îro bi meşa li Konrad Adenaûer Platz a saet di 18:00 de bi dawî bibe. Çalakgerên li standê di heman demê de li ser mijarê belavokan belav dikin û anîn ziman ku divê zilma AKP dike ji aliyê her kesî ve were zanîn. Çalakgeran destnîşan kirin, ku divê Kurdên li Ewropayê dijîn, di vê pêvajoyê de bi berpirsyarî rabin û anîn ziman ku ew ê çalakiyên xwe bidomînin.
HAMBÛRG: Li bajarê Elmanya Hambûrgê, bi çalakiyeke bêîteatiya sivîl re êrîş hatin protestokirin. Di çalakiya ku li nava HBF a Hambûrgê hat lidarxistin de, pêkhateyên Meclîsa Aştî û Demokrasiyê li Ewropayê û Elmanan destek dan. Çalakgeran ji bo balê bikişînin ser qetilkirina 2 jinên şoreşger li Stenbolê, du jinan kefenên spî li xwe kirin û xwe li erdê dirêj kirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Kujer Erdogan", "Terorîst Erdogan", "Dewlet a kujer ji Kurdistanê derkeve" hatin qîrîn û belavok hat xwendin.