Amediyan tevahî rojê li ber xwe dan

Berxwedana Amediyan didome. Giştî bajar li hember êrîşên polîsan li ber xwe da.

Berxwedana Amediyan didome. Giştî bajar li hember êrîşên polîsan li ber xwe da.

Deh hezaran kesên ku ji bo dorpêça ev 21 roj in li ser navçeya Sûrê ya Amedê protesto bikin û piştgiriya berxwedana gel bikin, hewl dan ber bi Sûrê bimeşin, rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê û ava şid hatibûn û pevçûn li tevahî bajar belav bibûn. Li bajarê veguherî qada şer, cihê şer lê dijwar bû, Semta Ofîsê ya Yenîşehîrê bû. Ciwanên li cadeyên Ekîncîler û Gevran hatin cem hev, bi saetan li dijî êrîşên polîsan xweparastin pêş xistin. Li dijî berxwedana ciwana ya rê bi agir pêxistinê ve girtinê, polîs neçar man ji Ofîsê vekişin. Bi vekişîna polîsan ve ciwan li taxan belav bûn.

Cihê din ê pevçûnên dijwar pêk hatin jî navçeya Baglar bû. Ciwanên li taxên Kaynartepe, Şeyh Şamîl û 5 Nîsanê hatin cem hev, kolan girtin û li dijî êrîşan xwe parastin. Li taxên ku pevçûn dijwar bûn, polîsan bi guleyên rast êrîşî gel kirin. Şerê li taxan li kolanan cih bi cih didomin.

Tedawiya Recep Çanak ê ku li Taxa Kaynartepe ji aliyê polîsan ji pişt hat gulebarankirin li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl didome, hat ragihandin ku xeteriya wî ya jiyanî didome. Tê payîn ku sibehê Çanak bigirin ameliyatê.

Li cadeyên Sitki Gural û Mûsa Anter ên Taxa Hûzûrevlerî ya Kayapinarê jî ciwanan bi saetan li hember polîsan li ber xwe dan.