Li Wanê 3 kes hatin girtin

Li Wanê 3 ciwanên ku di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, hatin girtin.

Li Wanê 3 ciwanên ku di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, hatin girtin. 

3’ê ciwanên bi navê Maaz Babat, Ahmet Turgut û Diyar Kaya yên li navçeya Artemêtan a Wanê roja Şemiyê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, duh di saetên şevê de sewqî dozgeriyê hatin kirin. 3 ciwanên ku bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê  kirin, ji aliyê dadgehê ve bi îdiaya "Endamê rêxistinê ne" hatin girtin. Her 3’ê ciwan şandin Girtîgeha Tîpa F a Wanê.

Her wiha malbatên ciwanan diyar kirin ku her 3 ciwan jî di dema binçavkirinê de rastî îşkenceyê hatine. 

16 kes serbest hatin berdan 

16 kesên duh li Wanê di meşa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina komkujiyên li Kurdistanê  de, di encama êrîşên polîsan de hatin binçavkirin, piştî karên li Midûriyeta Emniyetê ya Wanê serbest hatin berdan.