Gelê Cizîrê li ser piyan e: Em ê bi ser kevin
Gelê Cizîrê tevî topbaranê û gulebarana ji wesayîtên zirxî jî bi dirûşmeyên, “Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîstan” û “Em Ê Bi Berxwedanê Ve Bi Ser Bikevin” daket kolanan.

Girseyê li taxên Yafes, Kale, Alîbey, Şah û Dagkapi meşek li dar xist. Piştre mala Lutfu Aksoy ê ku di encama êrîşa polîsan de hat qetilkirin ziyaret kir.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê gel li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ev 9 roj in bê navber didomin, berxwedanê mezin dike. Gelê Cizîrê tevî topbaranê û gulebarana ji wesayîtên zirxî jî ji bo şkandina dorpêçê û protestokirina êrîşan bi dirûşmeyên, “Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîstan” û “Em Ê Bi Berxwedanê Ve Bi Ser Bikevin” daket kolanan. Meş li Taxa Yafesê destpê kir, li taxên Kale, Alîbey, Şah û Dagkapiyi berdewam kir.
Girseya gihişt Dagkapiyi, ji vir derbasî mala Lutfu Aksoy ê ku di encama guleya polîsan de hat qetilkirin bû. Li pêşiya mala Aksoy, dirûşma “Şehîd Namirin” û sirûda “Çerxa Şoreşê” hat xwendin.
Girse piştre vegeriya qadên xweparastinê yên li Taxa Yafesê ya ku êrîşên topbaranê lê didomin.