Artêşa Tirk Girê Spî gulebaran dike
Hêzên artêşa Tirk li nêzî Deriyê Sînor ê Aqçeqelê êrîşî benda kontrolê ya Hêzên Asayîşê kir.
Hêzên artêşa Tirk li nêzî Deriyê Sînor ê Aqçeqelê êrîşî benda kontrolê ya Hêzên Asayîşê kir.
Hate ragihandin ku leşkerên Tirk di saet 19:30’an de benda kontrolê ya Hêzên Asayîşê ya nêzî Deriyê Aqçeqelê ya di navbera bajarê Girê Spî û Bakurê Kurdistanê de bi çekên giran gulebaran kir.
Gulebarankirina benda kontrolê ya Hêzên Asayîşê ji aliyê artêşa Tirk ve didome.
Der barê ziyanên gulebarankirinê de jî heta niha ti agahiyên zelal nehatine bidestxistin.