Endamê Dîwana Edaletê ya KCK'ê Şoreş Şankan diyar kir ku biryarên hiqûqa dewletê rê li ber encameke mayînde venakin û destnîşan kir ku pêwîstiya her civakê bi mekanîzmayeke dikare pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bike, heye. Şankan ragihand ku sîstema edaletê ya li Rojava ji aliyê gel ve hatiye afirandin û niha li Bakurê Kurdistanê têkoşîn ji bo vê tê meşandin. Şankan li ser vê mijarê ji ANF'ê er axivî.
Endamê Dîwana Edaletê ya KCK'ê Şankan da xuyakirin ku edalet û hiqûq gelek caran, mîna hev tên dîtin û got, "Ev yek têgihiştineke şaş e. Edalet xwe dispêre cewhera dilpakiya civakî. Lê hiqûq piştî edaletê derket holê û diyardeyeke sîstema desthilatdar, sîstema çîna dewletê ye. Lewma di navbera edalet û hiqûqê de cudahiyeke mezin heye."
'ARMANCA ME AFIRANDINA LÊGERÎNEKE EDALETÊ YA ALTERNATÎF E'
Şankan da xuyakirin ku weke Dîwana Edaletê, beriya her tiştî ew hewl didin, ji feraseta 'ez edaletê belav dikim' a dewletê wêdetir, feraseteke edaletê ya alternatîf biafirînin û ev nrixandin kir: "Lewma timî lêkolîn û nîqaş tên kirin. Herî zêde analîzên Rêber Apo yên li ser edaleta civakî û hiqûqê esas tên girtin. Bi rûdana Şoreşa Rojava û destpêkirina pêvajoya şoreşê ya li Bakurê Kurdistanê re vê yekê zemîna pratîkbûyînê dît. Weke alternatîf nêrîna me ew e, ku pirsgirêk li ku derê derketibe holê, li wê derê saziyên karibin çareseriyê li cih peyda bikin, bên avakirin. Ji ber ku eger pirsgirêk li cihekî derketibe, yê herî zêde bi pirsgirêkê dinase gelê li wê herêmê ye û bi vê rêyê re biryareke adîl dikare bê wergirtin. Alî dikarin l hev bikin û çareserî mayînde bibe. Bi rêbaza din, dema diçin ber destê dadgehan, ji ber ku biryarên dadgehan bi zorê tên ipêkanîn, pirsgirêk çareser nabin."
Şankan diyar kir ku li Rojavayê Kurdistanê zêdeyî sê sal in sîstemek hatiye avakirin û xebatên rûniştandinê hînê didomin û anî ziman ku li gorî raporekê bi qasî 16 hezar serlêdan hatine kirin, ev hatine ber destê komîsyonên aştî û li hevkirinê, ji van nêzî 2 hezar radestî dadgehê hatine kirin, lê belê 14 hezar dozên pirsgirêkan ji aliyê komîsyonên aştî û lihevkirinê ve hatine çareserkirin."
'NIHA SÎSTEMEKE EDALETA CIVAKÎ YE'
Şankan diyar kir ku di rewşa heyî de sîstemeke edaletê ya civakî heye û destnîşan kir ku vê pêşketina li Rojava, bandor li Bakur, Rojhilat û Başûr jî kiriye.
Şankan da xuyakirin ku gel vê sîstemê dipejirîne û got, "Lewma li Bakurê Kurdistanê di destpêkê de li hin bajaran an jî navçeyan komîsyonên lihevkirinê hatin avakirin. Hin dadgeh hatin avakirin. Ne tenê Kurdan serî li van dadgehan dan. Tirk jî serlêdanê kirin. Ji ber ku li herêmên Kurd û Tirk bi hev re dijîn, pirsgirêk jî bi hev re rûd idin û her du alî tên serlêdanê dikin. Ev di qeydan de hene. Di xebata salekê de li du saziyên edaletê bi qasî hezar doz hatin nirxandin û piranya van hatin çareserkirin, encam hatin wergirtin û biryar hatin dayîn. Lê belê ji ber ku sîstem li Bakurê Kurdistanê bi temamî nehatiye rûniştandin û hînê sîstema dewletê li wir serdest e, di bicihanîna biryarên dadgehê ya di dema xwe de, berhevkirina belge û agahiyan û guhdarîkirina li şahidan de zehmetî derdikevin holê. Li Bakurê Kurdistanê li gelek herêman, bajar û navçeyan di bin sîwana meclîsên ji aliyê gel ve hatine avakirin de, komîsyonên lihevkirinê hatin afirandin. Komîsyonên xwe yên edaletê afirandine. Bi rêya van hewl didin pirsgirêkan çareser bikin, ku rêya herî rast di sîstema edaleta civakî de ev rêbaz e. Divê ev yek bê zêdekirin."
'SAZIYÊN DEWLETÊ YÊN LI KURDISTANÊ ÊDÎ NE REWA NE'
Şankan anî ziman ku têkoşîna tê meşandin ne tenê têkoşîneke çekdarî ye û got, "Têkoşîna çekdarî bi tenê parçeyek ji vê ye. Lê belê li aliyê din avakirina saziyên xwerêvbirinê yên gel li her qada civakî, dîplomatîk û siyasî tê meşandin. Lewma têkoşîn gihaştiye qonaxekê. Li Bakurê Kurdistanê êdî têkoşîneke li pêş çavan tê meşandin. Li Bakurê Kurdistanê têkoşîneke me ya 37 salan heye. Civak têkoşîna ji bo xwerêvebirin, biryardayîn û bicihanîna biryarên xwe, dimeşîne. Meclîsên xwe ava kirine. Xebatên ji bo avakirina sîstema edaleta civakî didomin. Dewletê bi hemû saziyên xwe re, bi hemû hebûna xwe re li dijî Kurdan şerekî topyekûn daye destpêkirin. Niha siyaseta tinekirinê dimeşîne. Lewma, ya ku divê saziyên demokratîk û hêzên têkoşînê dimeşînin, li şûna ku li saziyên dewletê li edalet û hiqûqê bigerin, saziyên xwe ava bikin û di nava saziyên xwe de li edaletê bigerin. Ji ber ku saziyên dewletê yên li Kurdistanê êdî ne rewa ne."