Dewleta Tirk topan li Sûrê dibarîne
Di roja 22. a "qedexeya derketina derve" de dewleta Tirk duh tevahiya şevê top li navçeyê barand.
Di roja 22. a "qedexeya derketina derve" de dewleta Tirk duh tevahiya şevê top li navçeyê barand.
Li navçeya Amed Sûrê, ku "qedexeya derketina derve" ev 22 roj in dewam dike, duh bi şev dengê teqînên dijwar hat.
Heta ber destê sibehê hêzên dewleta Tirk top li navçeyê barandin. Cenazeyê Serhat Dogan ê 19 salî yê di êrîşên duh de jiyana xwe ji dest da, hînê ji navçeyê nehatiye derxistin.
Cenazeyê Serhat Dogan li betaniyê hatiye pêçandin.