Li Şirnexê serhildana gel mezin dibe
Piştî meşa danê nîvro ya li Şirnexê, gelê ku hewl da ber bi taxan bimeşe rastî êrîşa polîsan hat.
Piştî meşa danê nîvro ya li Şirnexê, gelê ku hewl da ber bi taxan bimeşe rastî êrîşa polîsan hat.
Piştî meşa danê nîvro ya li Şirnexê, gelê ku hewl da ber bi taxan bimeşe rastî êrîşa polîsan hat. Gel bi xweparastinê ve bersiv dan polîsan, hêzên dewleta Tirk neçar man vekişin. Hêzên dewletê ji wesayîtên zirxî bi ser gel de gule reşandin. Gel bi barîqat û pêxistina agir ve çalakiyên xwe didomîne.
Gelê Şirnexê li dijî pêkanînên rêveberiya awarte yên di serî de li ser Cizîr û Silopiya, li ser tevahî Kurdistanê û dorpêça polîsan, bi rojane li ser piyan e. Piştî meşa bi tevlîbûna hezaran a danê nîvro, gel xwest ber bi Taxa Yeşîlyûrtê ve bimeşe. Li ser êrîşa polîsan, gel ket xweparastinê, bersiv da êrîşên polîsan, pevçûnê rû da.
Li ser berxwedana gel, polîsê ku neçar ma vekişe ji wesayîtên zirxî Taxa Yeşîlyûrtê da ber guleyan. Li ser vê berxwedana gel li qadên Cûmhûriyet û Omer Kabak belav bû. Gelê li qadên Cûmhûriyet û Omer Kabakê barîqat danî û agir pêxist, li vir jî rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê û TOMA’yan hat, li ser êrîşê li van deran jî pevçûnê destpê kir.
Di van deman de li dijî êrîşên polîsan berxwedana gel li tevahî bajar belav dibe.