Li navçeya Mersîn Tarsûsê, di êrîşa polîsên Tirk a li hemberî xwepêşandana ji bo şermezarkirina komkujiyên li Kurdistanê de zarokê bi navê Davût Ozer hatibû qetilkirin û 6 kes hatibûn birîndarkirin.
Li navçeya Tarsûsê, polîsên Tirk ji ber berxwedana gel neçar man xwe vekişînin qereqola xwe. Li navçeya ku wê cenazeyê Ozer bê rakirin, dikan nehatin vekirin û dibistan hatin boykotkirin.
Li taxa Fahrettînpaşa ya navçeya Mersîn Tarsûsê, polîsên Tirk êrîşî xwepêşandana ji bo şermezarkirina komkujiyên li Kurdistanê kirin û di encama êrîşê de zarokê bi navê Davût Ozer ê 15 salî, bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest da. Şerê ji ber êrîşa polîsan rû da li taxên din jî belav bû û li taxa Barbarosê 1, li taxa Fevzî Çakmak 3 û li taxa Şahînê 2 kes bi guleyên polîsên Tirk birîndar bûn.
Her şe birîndar li taxan tên dermankirin û tê gotin ku rewşa tenduristiya wan ne giran e.
Li aliyê din, di encama berxwedana bi biryar a gel de polîsên dewleta Tirk ji neçarî xwe ji taxan vekişandin. Cenazeyê Ozer jî piştî otopsiyê ji nû ve anîn Tarsûsê, Cenazeyê zarokê 15 salî anîn Mizgefta taxa Fevzî Çakmak û wê di saetên pêş de bi merasîmekê li Goristana bajêr a Tarsûsê were veşartin. Ji niha ve welatî ji bo beşdarî merasîmê bibin, li ber mizgeftê dicivin. Li taxên Kurdan ên Tarsûsê dikan nehatin vekirin û dibistan hatin boykotkirin.