Meclîsa Gel a Cizîrê: Em ê berxwedana bi rûmet mezin bikin
Meclîsa Navçeya Cizîrê ya qedexeya dewleta Tirk nas nake û li dijî êrîşan bi gel re civînan li dar dixe, diyar kir ku wê berxwedan bidome.
Meclîsa Navçeya Cizîrê ya qedexeya dewleta Tirk nas nake û li dijî êrîşan bi gel re civînan li dar dixe, diyar kir ku wê berxwedan bidome.
Meclîsa Navçeya Cizîrê ya qedexeya dewleta Tirk nas nake û li dijî êrîşan bi gel re civînan li dar dixe, diyar kir ku wê berxwedan bidome, li dijî tank û topan jî biryara mezinkirina têkoşînê hat girt. Li navçeyê di encama topbaranê de îro gelek mal şewitîn.
Meclîsa Navçeya Cizîrê têkîldarî êrîşa ev 9 roj in li navçeyê didomin û berxwedanê li Taxa Cûdî kolan bi kolan civînên gel li dar xist. Hevserokê Meclîsa Navçeya Cizîrê Mehmet Tûnç di civînên kolanan ên îro jî axivî, destnîşankir ku gelê Cizîrê bi berxwedanek bi rûmet ve dîrokê dinivîsîne. Tûnç wiha axivî: “Gelê me li dijî tank û topan, taxên xwe, kolan û cadeyên xwe bernedaye. Li hin cihên krîtîk jin, zarok û pîran xwe hinekî paş de kişandine. Em ê wek gelê Cizîrê vê berxwedana xwe mezin bikin û zîhniyeta dagirker qebûl nekin, polîtîkayên wê yên qirêj têk bibin.”
Dema civînê bi dengê topan ve gel dirûşmên, “Bijî Berxwedana Cizîrê” û “Zext Nikarin Serî Li Me Bitewînin” qîr kir.
ÊRÎŞ DIDOMIN
Hêzên dewleta Tirk ên nikarin bikevin Taxan, ji dûr ve malan didin ber topan. Di encama topbarana li ser taxa Cûdiyê de agir bi gelek malan ket, gelek ziyanên madî jî di malan de çêbû. Tankên ku li nêzîkî rêya Hezexê ya ku ji wir hewldan bikevin taxa Cûdiyê, rastî berxwedana bi hêz a gel hatin û nikarîbûn pêş de biçin, di encama topbaranê de mala 2 qatî ya welatiyê bi navê Kadîr Aksoy hilweşiya.
Mehmet Malgaz ê ku parçeyên topan li mala wî ket jî diyar kir ku dema bi zarokên xwe re li mal de rûniştîbû, tax dan ber topan û got: “Me taxên xwe neterikand. Ev 9 roj in ava me qediyaye, elektrîka me tineye, hemû pêdiviyên me yên jiyanî asteng dikin. Serokwezîr dibêje ziyanê nadin welatiyên sivîl. Em li vir sivîl in û malên me tên hilweşandin.”